Xakî Kurdistan şiyar be
Bêxewî siya şevê ye
Piyalē bi min re rake
Binoşe buharên dîn
Û derdên bêderman
Binoşe Hemû şoreşên şikestî
Di herdu çavên te de
Ax û eman
Êş û derdê vê dinyayê
Çendî ez kuştim
Çendî ez kirime vê belayê…
Evîndar im
Dîtina te ji min re keder e
Hêvîdar im
Dilê min tu bibî ji xwe re
Evîndar im
Dîtina te ji min re keder e
Hêvîdar im
Dilê min tu bibî ji xwe re
Weke hemû hatinan dîsa têm
xirî xalî me, hêlek min dojeh, yek bihuşt
te çi hişt ku tu dil bikujî
di min de çi hişt?
çavên min kaniyên dêm
niha me, ev kêlî, ev kat im.
Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandarî tu! Sal û hîv herdem tu î, hem rovejîn hem rohilat, Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me, Gewre ye hêvîn û jîn, lê gewretir al û welat!..
" (...)
hewce nake hezkirin kurdî, tirkî an jî farisî be
qîmeta nivîs û gotinên tîpên zêrîn jî nîne
ger ku mirov ji dil hezkir
qet tu wêje û helbest, ji hestan taybettir nîn e ... "