rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe, postalên xwe, şewqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anibe bi xwe re: tanq, top, tiving, teyare...
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
û hepsên bêdergeh, zindan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno, zaroyên xwe jî;
hebin; pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kûçikên xwe jî bibin, pisîk û çivikên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî
tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe....
hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixwirînin û biçin
hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!
biçin; berî kuç û kevir di we de werbin
biçin; berî ku dayikên kitan-spî tû bikin ser çavên we
û hê ku agir vêneketiye j' êgir:
hema niha, vê kêlîkê, ji vir
rahijin teşkên xwe... û biqeşitin, efendino!