Pirtûk bi hevoka; "zivistana sala 1942' an bû" destpê dike. Ev dîrok ji xwe şerê cihanê yê duyem tîne bîra mirovan. Di naveroka pirtûkê da jî ev şer cîhê xwe digre.
Wek hûn jî texmîn dikin, ku cihekî şer lê hebe; kesên çûyî û êdî nezivirîn, zarokên bêkes û mirovên çavên wan her li rê hene, mixabin.
Nivîskar jî di naveroka pirtûkê de li ser van tiştan disekine.
Bûyer li Rusyayê di nav gundekî Kurdan (mêrgesor) de derbas dibin. Rojeke zivistanê derîyê jina kurd(karê), a ku dergistiyê wê ji çûye şer, lêdixe. Li ber derî jineke ûris û zaroka wê...
Nivîskar ser vê bûyer ê rê dikeve û li ser gelek mijaran disekine (şer, zarokên bêkes, hezkirin, hestên dayiktî yê, tesadûf an jî qeder, girêdayîna Kurdan a bi edetên xwe re û hwd.)
Yek ji Mijara ku herî bala min kişand, sekinandina nivîskar a li ser edetên Kurdan bu.
Raste ji bo gel karibin hebûna xwe bidomînin pêwîste li hinek tiştan xwedî derkevin. Yek wan tiştên ku xwedî lê derkevin jî edetên wan in.
Lê di nav edetan da tiştên şaş jî hene. Pêwiste mirov karibe ji wan tiştên şaş re bêje, ew şaşin û li dijî wan şaşîyan bisekine, wan tiştan li gorî demê biguherîne.
(Nivîskar jî dixwaze bala mirova bikişîne ser vê yekê.)
Mijarek din ji girêdana buyeran a bi qederê ye
Bawerîya we bi tesadûfan tê gelo ?
Tiştên ku ew kes anîbûn li bal hev tesadûf bu an qeder bu?
Bersiva vê pirsê li gori mirovan diguhere lê nivîskar wan buyeran bi qederêva girê dide.
Bi kurt û kurmancî ez dikarim bêjim ku pirtukeke xweş bu :)) Zimanê wê ji ne giran e, herikbar e caran Peyvên şaş hatine nivîsandin derdikevine pêş meriva lê ew ji bo xwendinê nabine asteng.
Bixwînin :))