Hejîra maran
Bi ser venebim nebînim şopa Mem Nebînim di tariyê de wê Roja Zer Ew kokel bim ew birc ew dukezî Bi Zîn li pey Mem Eynî wiha siwar liBozê Rewan Ji mij û moranê wê de kuştin e Kuştin e bi bêdengî bi şahî Û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî Ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde Lê hetikîm ez hetikîm Dema li nîvê çolê sekinîm Û min bi nav kirin hezar rewşên te Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî Mixabin min tu nedî bi çolê Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn Û li ber derya tîbûnê Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re Û min tu dîtî Li wir li ber serê wê hejîrê Weke xunaveke fetisî

Reklam
EZ NIZANIM ÇI BÊJIM
Heval, ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ez bilûra Marks im Dengê rista Bêkes im Ji hêvîyan avis im
Sayfa 230 - CigerxwînKitabı okudu
Hetta Kengî Di Xewda Bî?
Bese millet li te şerme Hetta kengî di xewda bî?! Dibin destên neyaran de Hejar û dîl û kola bî? Bihar va tê çiya xweş bûn Weke şêran herin şer em
Sayfa 322 - CigerxwînKitabı okudu
Tenê di kurmancî de her lawikek meqamekî wî heye, ne weke heyrana Erbîlêye. Herwekû, çend ferheng di herdû şîwande hatine çapkirin û li Ermenistanê gelek niviştên kurdî bi kurmancî derketine. Çawa, ko li Sûriya.û Turkiya jî hin nivişt hatine çapkirin û hin dîjî têne çapkirin. Reşî Kurd û Kemal Badilî û min Rêziman û Destûra ziman çapkirine û Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan hin elîfbayên kurdî, latînî li Sûriya, Libnan çapkirine û Kamiran hin pirtûkên di jî çap kirîye.
Bîna çiyê, bîna azadiyê ji vê niviştê dihat, min ew têr bîn kir. Min Ala Rengîn bîn kir, min bavê xwe bîn kir, min meytê pakrewanan bîn kir...
Reklam
21 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.