Ax dinyayê wax dinyayê
Beredayê bêwefayê
çima ji me re baş nayê?
Te li me agir berdayê
Pêta wî daye ber bayê
Hewara me re kes nayê
Kuvîxezal nayê rayê
Nîçîrvan gulek berdayê
Derdê me kûr e, barê me giran
Me hildaye ser sitû û milan
Li her çar perça dengê me kurdan
Gazî û hawar, axîn û. Fîxan
Xweşmêrên gernas ketine cengê
Xwînê dirjînin bi top, tifengê
Li Cûdî,.Gabar… Di her astengê
Ev heftiyeke xewnên ne bi xêr dibînim
nav xwêdanekê û tirsiyayî şiyar dibim. Îro dayîka xwe re axivîm, dibêje; ez çûm li ba şêx Nurullah min ji te re nivişt çêkir. Nizanim Şêx Nurullah çi nivîsiye lê ji min re got, ez ew kesê bê bawer têra xwe tirsandim.
Danê Baranê
Danekî baranê, dîse di bextê çiyakî de bûm
Hişmendeke kofîşîn bû pîra min, notsalî bû,
bê kopal dimeşiya
Ji her liba tesbiha xwe re dipispisand:
"Em ketine tewqa Guran lawo.
Rohnî bidin da ji we bitirsin."
Stûneke qewîn bû li wî konê kurmancî
Pora kuştiyan wê dihûnand,
xwîna li ser sîngên wan dida hev dikir nivişt
Rûbar dengê wê bûn, her newroz ji nû ve dibû keçik,
bi heft dilan dil diket
Tenê wexta nifir dikirin li rihên kulek,
min didît ew pîr dibû
Kêfa wê dihat bi berxikan,
bi meherkên kehrîbar
Û wan zarokên ku desmala wê ya rengîn wek ala azadiyê Dihejandin li serhildanan.
Fatma Savci
Min go “keçê kurmalê! Min çûye cem melê gundê me, li kitêbê mêze kiriye; qedera min li serê te ye.”
Go “Lawiko! Bi kaxiz û niviştê, bi şêx û melan tu car vê sivingê naçe serî.
....
”Ez çi bikim qeder yazî kiriye, îlahî ye.
Gelî gundî û cînarno gilî, gazin û loman ji dilê min ê rezîl mekin.
Çav û biriyê reş û belek, şeva îşev min ê ji xwe re di xewna xwediye.
youtu.be/2YaAK4Tv0XY