Li ser lêvên birîna dil evîna te sazek zîze seba digrî berî sîga piştî dengê te dibhîze li dor pêtên şemala te
dilê sotî hîn dilîze bihara geş li bê yara şevek sare yan payîze
Asîman xûz bûye bi ser gelî ve
Bihêle
Bihêle bila hevrîşim birize li sivdera Payîze
Bila baxçe binale bi dengê şalûlan
Êdî deriyek im ki venabim bi te derê ve
Kes dimirin ji bo kesan
Lê kes namire di şûna kesî de
Belê, Memduh Selim Beg zewac divê. Xwendegeha Darulfunun ya Stembolê û dersên felsefe û siyasetê li pey man. Memduh Selîm Begê niha şevên geş û germ divé. Şevên bi çirûsk û pêtên êgir ve tiji. Wi jinekê di- vê. Jineke ku weke dilopeke şir, dilopeke xwîdan, dilo- peke hêsirê çavan e. Jê re kahrikên hûr, yanê zarok, malraxistin û li qerexa gola Wanê xaniyekî spehi, biçûk û xwedî bexçe divê.
Memduh Selim Beg pir tişt divê. Bi kurtebirî, jiya- neke nû divê. Eger rê ne ber bi welatê xerîbiyê be... Di şeva çiksayî ya payizé de Memduh Selim Beg xewn dibîne.