Asûriyan di maweya 1250-850 BZê da bênavber êrîşî mîrnişiyên Zagrosê/Kurdan ên berî Medan kirine û di encama vê yekê da van mîrnişîniyan di nav xwe da yekîtiyek çêkirine û dewleta Mad/Med ava kirine. Bi gotineke dî hemû di bin banê Medan da kom bûne. Pir aşkera ye ku eger ne heman milet bûna ev yekîtî dê pêk nehata.
Dîsa di hezara duyem a berî mîladê da di serdema Kasiyan (B.Z. 1595-1161) da kral Ulam Buryaş welatê xwe wek "Karduyaniş" bi nav kiriye. Li ser binyada morfolojîk û wateya peyva "Kardun"ê hin nêrînên cuda hebin jî li gor Nêrweyî ev peyveke dariştî ye ku ji peyvên “Kardun” û “yaş”ê pêk tê û di zimanê Kasiyan da wateya welatê Kurdan dide. Paşgira dawiyê (aş yan uş) di zimanên Kasî û Gûtiyan da wateya welatî dide.
Her çiqas femînîzmê di dawiya sedsala nozdehemîn de wek tevgereke terefdariya hiqûqî û azadiya jinan dest pê kiribe jî ya rast ew e ku têkoşîna jinan a ji bo başkirina rewşa wan, xwe digihîne demên gelek berê. Berê jin usûlen wek “mêrê kêm” dihat pênasekirin ku heya sedsala hijdehemîn bawerî li ser vê yekê bû; tenê û tenê cinsek li siruştê heye û ew cins jî mêr e. Mesela li gor nêrîna Arîsto jin, parçeyekî winda ji taybetiyên mêraniyê ye. Zanista biyolojiyê jî di vê baweriyê de bû. Çimkî di lêkolînên anatomiyê de yên heya berî sedsala hijdemîn, cudahî di navbera biyolojiya mêr û jinê de qebûl nedikirin û di ser de jî endamê jinaniyê, wek endameke kurt û zeîf a meraniyê dihesibandin û jin wek "mêrê xesandi" bi nav dikirin. Ev fikra nedîtî, jin wek cinseke ku bê îstîsmarkirin, didan nîşan. Lê belê piştî ku di sedsala hijdehemîn de hin guherîn di zanista biyolojiyê de pêk hatin, bi wê yekê re nedurustbûna vê fikrê jî derkete holê û jin ji aliyê biyolojîk, ji nû ve hatin nasin
Her dewletek li gel damezrandina xwe ve zimaneka standart, wek amraza ragihandin bikartîne. Bi rêya xwendin û ragihandinê ve wek zimanê fermî dide qebûlkirin. Ger civakek berê bibe netewe, yanî beriya damezrandina dewleta neteweyî, zimaneka edebî ya yekgirtî tunebe wê demê yek ji giringtirîn erk û karên dewleta neteweyî duristkirina zimanê yekgirtî yan zimanê standard dibe. Yanî siyaseta zimanî (taybetî dor zimanê neteweyê yan zimanên kêmayetiyên li nav welêt) beşek giring a siyaseta dewlet, bi taybetî siyaseta navxweyî, pêk tîne.