Öz'ünü aşmaq üçün
10/10
·372 syf.·
2026 10. kitabı
Kitab Ağalar Məmmədovun çoxsaylı məqalələrinin ümumi toplusundan ibarətdir və açığı, nə bu kitabdan, nə də Ağalar Məmmədovdan xəbərim var idi. Açığı, kitabın kontentindən çox daşıdığı mənəvi dəyəri nəzərə alaraq, 10/10 verməyim qaçınılmaz idi, çünki maraq dairəmə uyğun olaraq hədiyyə olunmuşdu, yəni ki, mənə uyğun və uğurlu hədiyyə idi deyə 10/10 düşür. Əsasən fəlsəfi mövzular əhatəsində qələmə alınıb, ən çox diqqətimi çəkənlər din/islam, ekzistensializm və siyasət mövzuları oldu. İllər əvvəl qələmə alınmış məqalələrin günümüz problemləri ilə səsləşdiyi məqamların çox olması məyus edici idi. Cəmiyyətimizin (müşahidələrimə əsasən) əvvəlki dövrlərə nisbətən daha tolerant olduğunu düşünürəm və bu bir qədər yeni generasiyanın yeni ailə modeli yaratması ilə bağlıdır. "Köhnə düşüncəli azərbaycan kişisi/qadını" yeni generasiyalarla əvəzlənir, zəncirlər qırılır, insanların fərqindəliyi artır. Kitab və filosof barəsində araşdırarkən qarşıma o qədər bir-birinə zidd örnəklər çıxdı ki. Filosofa qarşı münasibət də bir-biri ilə ziddiyyət təşkil edir, ya fikirləri bəyənilir və sevilir, ya da lənətlənir. Düşünürəm ki, bu sırf səsləndirdiyi fikirlərin özü ilə bağlıdır, çünki onlara qarşı neytral qalmaq mümkün deyil və hər insanın həyatının bir dönəmində düşündüyü və ya düşünməli olduğu fikirlərdir. Məsələn, ölüm məqaləsi – məni dərindən sarsan bir məqalə oldu. Ağalar Qut qeyd edir: "Ölüm individualdır, hər kəs özü təcrübə etməlidir." Bildiyin bir faktı kimsə yenidən xatırladanda gözünün önündəki bir şeyi görə bilirsən, gözün açılır. Ölüm üzərinə düşünməkdən qaçırıq, bəzən ölümü xatırladan dindən də qaçırıq, dinə yalnız çarəsizlik anlarında və ya yenə başqa birinin ölümü vasitəsilə üz tutub yada salırıq. Kim öləcəyini xatırladan bir vasitəni həyatının mərkəzinə qoymaq istəyər ki?
AşmaAğalar Məmmədov · Qanun Nəşriyyatı · 201228 okunma
Şano
Puan vermedi·288 syf.··
2026 34. kitabı
Berhemeke di qada xwe de tek lêbelê ne pirr serkeftî ye. Gotarên li ser dîroka şanoya kurdî hatine berhevkirin û kirine pirtûk. Keda amedekar û nivîskarên gotaran sax be. Di agahî û firehbûnê de pirsgirêk tune û pirr jî serkeftî ne. Lê gerek nêrîna xwe jî wek xwîner dîyar bikim. Pirsgirêk ev in; *Pirtûk li gorî rêzekê û bi pênûseke tek bi awayekî rêk û pêk bihata nivîsîn wê baştir bihata xwendin û jê sûdwergirtin. *Pir gotar henin û gotar li ser qadekê nin, normal e li ser heman berhemê û navan bisekinin lêbelê mirov aciz dibe her gotarê de tiştê ku berê xwendî dîsa bixwîne. Ev tişta ji bo kronolojîya berhema dijwarîyê derdixe pêşberî me. *Gotar pirr fireh in. yanî bilî şanoyê li ser meseleyên din jî pirr sekinî ne. *Hinek peyv û hevok hene ku mirov nikare bi hêsanî fêm bike ka çi dixweze vebêje.
Kurdî
Dîroka Şanoya KurdîKolektif · Peywend Yayınları · 20151 okunma
Reklam
9/10
·168 syf.··
Beğendi
·
2026 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 00:24
Dema min nû pirtûkê da destê xwe min ji xwere got bixwînim nexwînim hewceyî xwendina vê pirtûkê dike gelo (mamoste nebihîze welleh wê nifiran bike) lê piştî min hevoka pêşî "Me bo hebûnê şer kir. Baş e, evqas jiyanên ku qediyane, çi ne? Ez di bin bandora hevokê de mam min fehm kir kū divê kû pirtûk bê xwendin Lîlav di zimanê kurdî de tê wateya ava ku ji helandina berfê dertê, yanî ava biharê ya zelal û hênik. Nivîskar ev nav ne tenê wekî navekî fîzîkî, lê wekî metaforekê bi kar aniye. Çîrokên di pirtûkê de mîna lîlavê ne; carinan sar û cemidî ne (ji ber rastiyên jiyanê yên giran), carinan jî wekî mizgîniya biharê hênikahî û hêviyê didin dilê mirov. Nivîskar vê pirtûkê de şêwazeke gelekî kurt, fersendî (mînîmalîst) û helbestî bi kar tîne. Çîrokên wî dirêj nabin; bi çend hevokan an bi rûpelekê dikare cîhaneke mezin bide avakirin. Ev yek di diyalogên pirtûkê de jî xwe dide nîşandan. Wekî ku di pişt pirtûkê de jî tê gotin, dema ku jê tê pirsîn "Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî?", ew dibêje: "Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne." Ev bersiv bi xwe jixwe felsefeya pirtûkê û leza jiyanê ya di nav sînorên mirinê de nîşan dide. Zimanê pirtûkê kurdiyeke şirîn, herikbar û zelal e. Nivîskar ferhengoka deverê (Batman û derdora wê) û rîtma zimanê axaftinê pir baş di nav hunera çîrokê de bikaranîye Pirtûk rasterast ji dilê civakê û jiyana rojane pêk tê Di pirtûkê de mirov rastî gelek mijaran tê Evîn û Hesret Têkiliyên di navbera mirovan de, evînên ku di nîvî de mane û hesreta demên berê. Şer, Wendabûn û Êş Bandora şer û rewşa psîkolojîk a li ser civakê, trawmayên ku mirov di jiyana rojane de dikişînin. Rastiya Jiyana Bajêe Hevrikiya mirovê nûjen a bi bajêr re, tenêbûn û hewldana hebûnê . Karakterên pirtûkê ne
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
Têkiliyên Navbermedyayî di Edebiyata Kurdî de
Puan vermedi·167 syf.··
2026 57. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 24 Nisan 2026 17:24
Edebiyata kurdî jî wekî her edebiyatê li ber bayê modernîzmê dikeve, ji teknîk û qaîdeyên nû îstifade dike. Ji wan teknîkan yek jî navbermedyayî (Intermediality) ye. Navbermedyayî ew tişt e ku du yan jî ji duduyan zêdetir cureyên cuda yên hunerê, têkilê hev bin, an daxilê qada hevdu bibin. Mînak, di fîlmekî da behsa romanekê, an di pirtûkekê de bikaranîna amûrên sînemayê, bikaranîna mûzîkê, bikaranîna wêneyan û hwd. Ev ji bo hemû qadên hunerê derbasdar e. Di edebiyata kurdî de jî em dibînin ku mînakên navbermedyayî hey diçin zêdetir dibin. Pirtûka Mehmed Uzun, Bîra Qederê, pirtûka Mirad Bayram, Belkî Îşev Binive, dîsa pirtûka Yildiz Çakarê, Gerîneka Guernicayê mînakên herî girîng ên têkiliyên navbermedyayî ne. Ev pirtûka li ber destê me jî yek ji wan mînakan e. Şevhilat. Pirtûka Yaqob Tilermenî. Di 2023an da ji aliyê weşanxaneya LÎSê va hatiye çapkirin. Tilermenî di vê pirtûka xwe da ji cureya wêneyê îstifade kiriye, wek tê zanîn wênesazî û edebiyat du qadên cuda yên hunerê ne. Nivîskar, şeş tabloyên cuda yên Picasso bi kar aniye, pê romana xwe honandiye. Pirtûk ji şeş beşan pêk tê. Di serê her beşê da jî tabloyeke Picasso cih digire. Ev teknîk bê guman edebiyatê û berhema ji vê qadê derketîye bi hêztir dike. Bidestxistineke tevlihev, melez dertê holê ku em ji vê ra dikarin bibêjin alvêra qadên hunerî. Ji terz, uslûb û honandina Yaqob Tilermenî hez dikim. Beriya dest bi vê pirtûkê bikim jî min yeqîn dikir ku ez ê tiştekî pirr xweş bixwînim, lêbelê her çiqas ji aliyê teknîkî va serkeftî be jî, ji aliyê naverok û vegotinê va, pirtûkê ez hêvîşkestî kirim. Ji mijarê heta honandinê, ji karakteran bigire heta dem û mekanê, bi min, berhemeke qels derketiye holê. Min bi heyirîneke neyênî û metelmayî pirtûk bir heta serî. Dikaribû baştir bibûya lê... Xweşbûn û nexweşbûna
ŞevhilatYaqob Tilermeni · Lîs Yayınları · 20232 okunma
8/10
·283 syf.··
2024 10. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 20 Nisan 2024 00:00
İlk belirtmek istediğim kitabım bana kesinlikle bir pk havası verdi. pk benim en sevdiğim filmlerden biriydi bu sebeple kitabı okurken çok eğlendim. Yazarın insanları ve uzaylıları el alış şekli, insanları anlatış şekli, böyle insana şey havası veriyor ..."evet evet bunu ben de düşünmüştüm ,evet geçen daha bunu konuştuk biz de.." der gibi bir hava veriyor. Kitabın içinde böyle resmen eğleniyorsunuz ,o saçma hallerimizi... Neden bu kadar abartıyoruz gerçekten kendimizi ?? Okurken hem eleştiriyoruz hem düşünüyoruz çok beğenerek okuyacağınız bir kitap.
İnsanlarMatt Haig · Domingo Yayınları · 202314,8bin okunma
6/10
·296 syf.··
Beğendi
·
2026 15. kitabı
Kêmber, portreya takesên têkçûyî ên bindestên bêndestane. Ji ber wê ye hertişt kêm û kêmbere. Pevşabûna qedexe ewqas mezin buye ji hezkirinê kêm wisa rasterast tê jiyîn an jî qet nayê jiyîn. Bê watebuna qedexê ne kêmî wê jiyîna bê hoste . Ev yek ne azadiyê ji takekesan re tine ne jî dibe pêliyek bo doza azadiye. Kesayet pêşnekeve, azad nebe dozê çawa pêşkeve.Kêmasiya hêstan ji xwe diyare. Nivîskar bi têkiliya Selim û Aysel ê jî tîne ziman. Niviskar tespîtên xwe hurehur di her gav û kêliyê de vedibêje; Tiştên mezin, piçûk, giran,sivik, ji rêxistinêre , civak û takekesre hwd. ev yek jî buye sedema tu tiştekiyekê. Rê nediyare, rêbaz nediyare hema ser berjêr diçe.Roman xwe jî bin vê bindestiyê nefilitiye. Pîvanên exlaqî bigirê heya ên civakî hemî li pîvanên serdestane.Bi çend hevokên zimanê serdestan ku nehatiye wergerandin serdestiya serdestan xwe bicî kiriye . Nava ewqas navan de bijareya nivîskar a navê Selîm jî yek jî mînaka ne xweseriyêye. Helbet dema ev nav hate pêşiya xwîner berhema Oguz Atay'ê Tirk Tutunamayanlar hate bira wan. Silav dayinên vî rengî ji rêbazên postmodernixmêne û vê romanê jî hatiye lê çima Tirk. Gelo wêjeya dinyayê ne di xizmeta niviskar de bû. Roman du beşan pêk tê. Di serî de em hemî keseyata bi kêmasî û têkçûyîna wan livo livo nasdikin. Kesayet hemî ên di nava civakê dene , erê pevşabûn bi awayekê biwate û bi tund hatiye qedexekirin lê, gelo ji bo civakeke bi exlaq û azad tenê ewe asteng? Kêmasiyî û pêdiviyê dîtir tunene? Ev nerîn û şîrove ji xwe di rojeva civakêdene. Dema kesekî navsale û mixalifê azadiya civakê cîwanekî dibîne, kêm zêde heman tişta dibêje " Hin nikare xwedî doxîna xwe derê divê ezê civakê azad bikim" Ev mixalifê di nava civakê de her derê hene û her firsendê de jî dibêjin. Ket mineta xwe kesî jî
Edebîyata Kurdî
KêmberMihemed Şarman · Avesta Yayınları · 201510 okunma
Reklam
Reklam