Zîndana dilê min çavên tê yên reş in Hêlîna heyina min di sîha mijangên te de ye.
Lîbadeyê te zîv e, bedena te servehatî ye Di zendên te de bazinên zer û gewherkiri Di baskên te de bazbazingên sor û zîvkirî belîtiya rewşê distirin...
weki niviskarê Heyat Selaheddin Eyyûbî dibêje, xezaya Filistinê ji şerê mezin ê Hetînê dest pê kir. Di wê tarixê de bihûstek axa Filistinê di destê Îslamê de nebû, lê pişti aştiya Remleyê [22yê şe'bana 588ê koçî-lê îlona sala 1192yê z], hemî Filistîn -ji bilî perçeke ji Surê heta 'Eqqayê- bû milkê Sultan, freng ji tev wan wîlayetan hatin derxistin, Beytû'l-Muqeddes hat sitandin, şan û şerefa Îslamê ji nû ve hat bilindkirin.
Qehremanê kurd û Îslamê, piştî aştiyê çû Qudsê, rewş û îdareya hindur rêxist. Hinek dibistan û nexweşxane dan avakirin û pişt re xwest biçe hecê, lê emîrên Îslamê ji tirsa xedriya frengan, ji wî şexsê pîroz xwestin ku neçe, nihayet li ser israra wan ji bo demeke muweqet dev ji vê fikra pîroz berda.
mirov gurê hev in... Lê Kurd ne bi tenê gurê hev, ew ruhistînê hev bûn jî. Dinyayê nefes li wan çikandibû, wan jî bi dijîtî, berberî, hesûdî, dexesî, teşqele û xirecirên biçûk û pûç, her roj, her saet, her deqe nefes li hev diçikandin.