9/10
·168 syf.··
Beğendi
·
2026 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 00:24
Dema min nû pirtûkê da destê xwe min ji xwere got bixwînim nexwînim hewceyî xwendina vê pirtûkê dike gelo (mamoste nebihîze welleh wê nifiran bike) lê piştî min hevoka pêşî "Me bo hebûnê şer kir. Baş e, evqas jiyanên ku qediyane, çi ne? Ez di bin bandora hevokê de mam min fehm kir kū divê kû pirtûk bê xwendin Lîlav di zimanê kurdî de tê wateya ava ku ji helandina berfê dertê, yanî ava biharê ya zelal û hênik. Nivîskar ev nav ne tenê wekî navekî fîzîkî, lê wekî metaforekê bi kar aniye. Çîrokên di pirtûkê de mîna lîlavê ne; carinan sar û cemidî ne (ji ber rastiyên jiyanê yên giran), carinan jî wekî mizgîniya biharê hênikahî û hêviyê didin dilê mirov. Nivîskar vê pirtûkê de şêwazeke gelekî kurt, fersendî (mînîmalîst) û helbestî bi kar tîne. Çîrokên wî dirêj nabin; bi çend hevokan an bi rûpelekê dikare cîhaneke mezin bide avakirin. Ev yek di diyalogên pirtûkê de jî xwe dide nîşandan. Wekî ku di pişt pirtûkê de jî tê gotin, dema ku jê tê pirsîn "Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî?", ew dibêje: "Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne." Ev bersiv bi xwe jixwe felsefeya pirtûkê û leza jiyanê ya di nav sînorên mirinê de nîşan dide. Zimanê pirtûkê kurdiyeke şirîn, herikbar û zelal e. Nivîskar ferhengoka deverê (Batman û derdora wê) û rîtma zimanê axaftinê pir baş di nav hunera çîrokê de bikaranîye Pirtûk rasterast ji dilê civakê û jiyana rojane pêk tê Di pirtûkê de mirov rastî gelek mijaran tê Evîn û Hesret Têkiliyên di navbera mirovan de, evînên ku di nîvî de mane û hesreta demên berê. Şer, Wendabûn û Êş Bandora şer û rewşa psîkolojîk a li ser civakê, trawmayên ku mirov di jiyana rojane de dikişînin. Rastiya Jiyana Bajêe Hevrikiya mirovê nûjen a bi bajêr re, tenêbûn û hewldana hebûnê . Karakterên pirtûkê ne
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
Puan vermedi·
Daha önce de bir paylaşımımda belirttiğim üzere yanlışlıkla başladığım bir kitap oldu doğrusunu söylemek gerekirse . Osmanlı’nın yıkılışı ile birlikte gelişen Çanakkale Savaşı’ndaki Uydurma hikayelerin dışında beklediğimin ötesinde güzel bir kitap , güzel bir hikaye okudum diyebîlîrîm. Hikâyeye gelirsek “ 1900’yılların başında Çanakkale’de dönemin zengin beylerinden biri kendi çiftliğinde iki kızı ve kalabalık ailesi ile yaşarken patlak veren birinci Dünya Savaşı ve Aile içerisinde her ailede olduğu gibi bir baş belası kardeşin ortaya çıkması ve ortaya çıkan Çanakkale’den Ürdün‘e uzanan iki kız kardeşin üzücü acı dolu ilginç hikayesi . Başta da belirttiğim gibi geçmiş döneme, tarihe ait ciddi bilgiler içeren Ne oldum değil, ne olacağım demeli dediğimiz ,ders alınacak bir Aile’nin , sürükleyici merak içerisinde okuyacağınız acı dolu hikayesi . ️ HER ROJ BÎST RÛPEL XWENDiN 536 Sy . P 7
Şahika & FerayeSinan Akyüz · Alfa Yayınları · 20244,937 okunma
Reklam
Puan vermedi·416 syf.··
2025 18. kitabı
·
18 günde okudu
·
Okunma: 01 Kasım 2025 10:30
Nebukadnezar zamanında yapılan ve sonrasında yok edilmesi emri verilen bir altın baş heykeli ve Hz. Musa tarafından yapıldığı rivayet edilen bir pirinç yılanı, kötü emellerine alet etmek, Babil İmparatorluğu’nu günümüzde kurarak dünyanın hakimi olmak isteyen Yediler adında bir grup ve tetikçileri Pençe’ye karşı arkeoloji hocası Michael Murphy’nin mücadelesini anlatan oldukça güzel bir macera romanı. Yazar, diğer romanlarında olduğu gibi bir misyonermişcesine Hristiyanlık propagandası yapıyor ancak bu, kitabın çok güzel olduğu gerçeğini değiştirmiyor. Diğer kitaplardaki bütün esas karakterler de mevcut. Macera romanı severlerin okuması gereken bir kitap. Kitap 416 Sayfadan oluşmakta . ️ Her roj bîst rûpel xwendin ( 416 Sy P;6 )
Babil'in Dirilişi 1Tim Lahaye · Neden Kitap · 200524 okunma
NOWA Û NOTAYEKE ŞÎN
Puan vermedi·104 syf.··
2025 7. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 25 Mayıs 2025 14:54
NOWA û NOTAYEKE ŞÎN “Kêra destê xwe kirasê pîvazê spî dikim.9” Roman bi vê hevoka bi “allegorî” dest pê dike. Hevokên ewil ên romanan gelekî mûhîm in; çikû hevoka pêşî bersiva “ez ê çi bixwînim?” dide xwende. Çima allegorî? Çikû gotîye “kêra destê xwe “ negotîye “Kêra Lİ destê xwe”; negotîye “qaşilê pîvazê” gotîye “kirasê pîvazê”. Jixwe “spîkirin” ji allegorîyê jî wêdetir e. Piştre, Nowa, baba, NO, dirankir, zeman, çav, dil, trêna şeşan, otobos, nameyên mirîyan, ava pîvazê û herka hiş... Teybetmendîya teknîka “herikîna hiş” wisa ye, ew ji xwe re coyekê çêdike û ber bi deryayê ve diçe. “Diranê hiş 11, bişkoka hiş 90, memikên hiş 90, derê hiş 96, çavên hiş 96,bişkokên perdeya hiş 97, zimanê hiş 84,Berîka hiş 86, Orta ezmanê hiş 49, Destê hiş 27, otobosa hiş” Nivîskar, bi serkeftî ev teknîk bi kar anîye û xal li dawîya beşan danîye. “Go çîçirîskê derpê qulîskê kun enavê li ber dolabê jinka bavo ez birçîme gepil nano. Jinka bavo go;…” Tişta vê romanê “xweştir” û “geştir” dike, ev afirînerî ye. (çîroka nanî/nên) Hem folklorê dixe navbera metnê, hem jî nan li dawîya her beşê dibe sembolêk. 1- Li romanê hin hêma û têmayên helbestî gelek bi serkeftin hatine bikaranîn. Mînak: Neynikên xeydok 48 ferhenga şevê 49 Dengekî pîr 49 bayekî şil 51 Wêneyê ewrekî nepixî 10 Hêrsa xwe ya şîn 2- Li zimanê berhemê gelek mijar hene yên bala mirov dikêşin. Mînak: Taswîrên bi “endamên bedenê” (li helbestên kurdî gelekî tên bikaranîn; bi teybetî li helbestên jinan) Li NOWA jî ev zimanê bûyî klîşeyeke helbestên kurdî heye. memikên gerdûnê 87 Memikên guh 95-40 Gurçikên qûnê 63-83 aqilê lingan 85 Lingên gotinan 89
Edebiyat
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20257 okunma
Helbestên Professional -I-
Puan vermedi·80 syf.··
2025 6. kitabı
Helbestên Professional/çardexwerek çar gulle çardeh sal heps/Şehmus Kurt -I- Rûpel 7 (ŞI’R) Rûpel 8 vala Rûpel 9 kî maye em neçûne acizîya wî yehya omerî Rûpel 10 vala Rûpel 11 I. çardexwerek û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de dost çiyayî rûpel 12 vala Rûpel 13 şeş herf sê peyv çardexwerek çar gulle çardeh sal heps ez tu ew! Ev demek e, bi analîza rengdêran, ravekan, paragrafan û metnan dixwazim bi xwendina metnên edebî re psîkolojîya zimanê wan jî bixwînim loma min xwest fam bikim şaîr bi tercîha her du risteyên ji du şaîrên kurd çi peyame dide me, çi dibêje? Ezberek û klîşeyeke berhemên şaîran heye, dixwazin bi çendek mînakan riste an helbestên kin ên şaîrên namdar vîtrîna berhema xwe xwirt û rengîn bidin xwîyayî û peyama “Va ez helbestên baş dizanim” bidine xwende. Li ser pirsa şaîr çima ev her du riste hilbijartine ranawestim û bi pozîtîvî dibînim. Ne ji helbestên şaîrên cîhanê ji helbestên du şaîrên kurd du rêz/ristek danîbe pêşrûpela berhema xwe, ev “tişteke baş” e, pozîtîv e. (ŞI’R) Zaf balkêş e. ŞI’R çima kurdîya bi kesayîya erebî? Çima xistine nav kevanekê de? Piştî xwendina helbesta ewil a ji şeş tîp û sê peyv û XALBENDÎYEKê pêkhatî qederekê diponijim. Na, na ne li helbestê, li xalbendîyê. Ev demek e, bala xwe didime “li berhemên kurdî bikaranîna xalbendîyan” jî, loma li vê helbesta ewil ji helbestê bêtir xalbendîya ! bala min da xwe. Berî vê berhema “helbestên professionel” min berhemeke çîrokan Şebake/Serdar Komurcu xwendibû, li wê berhemê zêde-zêdebûna xalebangan (piranîya hevokan bi xalebangekê diqedîyan) bala min zaf kêşabû. Li piranîya pirtûkên kurdî yên min xwendî gelek caran rastî hiperenflasyona xalebangan hatime. Li vê helbesta kin, dema min “!” dîtî
Şiir
Çardexwerek Çar Gulle Çardeh Sal HepsŞehmus Kurt · Avesta Yayınları · 20254 okunma
Dîn û mirov
Puan vermedi·183 syf.·
2024 59. kitabı
Pir xweş e ku mirov dînê xwe bi zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Û ev pirtûk ji bo vê kêmasiya me re çareserîyeke baş e. Min her roj xutbeyek dixwend û gelek xweş bû. Di pêşerojê de, bi îzna Xwedê ku zarokên min çêbin ez ê vê pirtûkê jî bikar bînim da ku dînê wan hînê wan bikim:))
Kurdî
Xutbeyên KurdîM. Zeynel Abidin Keleş · Nubihar Yayınları · 01 okunma
Reklam
Reklam