Çirûsandina hemû stêrkan his dikim di nava xwe de.
Mîna lehiyekê tije dike jiyana min a dunyayî.
Di laşê min de kulîlkan vedike.
Di dilê min de hemû ciwaniya erd û avê vêdikeve
Mîna bixurekî.
Û bi deng dike mîna bilûrekê ramanên min
pêjna hemû tiştan...
/E. Tagore