Li gor rîwayeta Herodotî; Asyaya Jorîn bi qasî 520 salan di bin desthilata Asûriyan da mabû. Ji Medan kesayetekî bi navê Deioces (Diyako) ku bi edaleta xwe navdar bû, bi mebesta ku bikaribin xwe li hemberî êrîşên Asûriyan biparêzin, yekîtiya hemû hozên Medan çêkiriye, Hemedan kiriye paytexta xwe û bi vî awayî dewleta Medan ava kiriye. Piştî Diyako, di serdema kurê wî Phraortesî da hêza Medan zêde bûye û di serdema neviyê wî Keyaksar (Keyxusrew) da ev hêz gihîştiye lutkeyê. Di serdema Keyakzarî da Medan dawî li împeretoriya Asûriyan anîne (di sala 612ê BZê da), Lîdyayî têk birine û heta bi çemê Halîsê (Çemê Qizilirmaqa Anadolê) Asyaya Biçûk xistine bin desthilata xwe. Di sala 550ê BZê da di serdema şahê dawî yê Medan Astiyagesî da desthilatdarî bi şeklekî ne asayî ketiye destê neviyê wî Kûruş (Kîrus/Cyrus) ku ji aliyê bavê xwe ve Pers û ji aliyê dêya xwe ve Med bû. Kûruşê Hexamenîşî li dijî kalê xwe Astyagesî serî hildide, paytexta Medan Hemedanê dagîr dike, dawî li desthilatdariya Medan tîne û bi vî awayî dewleta Hexamenişî ya ku navenda wê wîlayeta Persê bû ava dike. Hin dîroknas, guherîna vê desthilatê wek destguherîneke navxweyî dinirxînin ku li şûna kurê Astiyagî neviyê wî hatiye desthilatê. Lêbelê hin dîroknas jî vê yekê wek darbeyeke navxweyî li qelem didin.