Serencama esas a ekola femînîstiyê di sala 1929an de bi pirtûka Odeyek Ji Odeyên Xwe² Virginia Woolf daye destpêkirin. Woolf di vê pirtûkê de dide zanîn ku mêr, her gav bi çavekî biçûkxistî li jinan dinêrin û ew mêr in ku cihê jinan pênase dikin. Çimkî hemû saziyên siyasî, îqtisadî, civakî û edebî di bin kontrola wan de ne. Ji ber salên sekan ên îqtisadê û herwiha salên herba duyemîn a cîhanê ku bala mirovahiyê çû ser meseleyên din, belavbûna fikra femînîstiyê di nav civakê de dereng ma. Lê belê ev serencam di sala 1949an de ji aliyê Simon de Beauvoir ve bi çapa pirtûka bi navê Zayenda Duyemin careke din femînîzm hişyar kir. Ew di wê baweriyê de bû ku civakên rojavayî yên pederşahî wisa dizanin ku kontrol û îdareya wan di destê mêran de ye. Mêran hemû wateyên ku li ser jinê hatine danîn, pênase kirin û di vê pênaseyê de ji jinan re "ewa din" a mêran hat gotin. Li gorî wê divê jin ji bo felata xwe şêwaza civaka pederşahî û mefhûma "ewa din" daynin aliyekî û xwe ji nû ve pênase bikin.
Kurdî
Her çiqas femînîzmê di dawiya sedsala nozdehemîn de wek tevgereke terefdariya hiqûqî û azadiya jinan dest pê kiribe jî ya rast ew e ku têkoşîna jinan a ji bo başkirina rewşa wan, xwe digihîne demên gelek berê. Berê jin usûlen wek “mêrê kêm” dihat pênasekirin ku heya sedsala hijdehemîn bawerî li ser vê yekê bû; tenê û tenê cinsek li siruştê heye û ew cins jî mêr e. Mesela li gor nêrîna Arîsto jin, parçeyekî winda ji taybetiyên mêraniyê ye. Zanista biyolojiyê jî di vê baweriyê de bû. Çimkî di lêkolînên anatomiyê de yên heya berî sedsala hijdemîn, cudahî di navbera biyolojiya mêr û jinê de qebûl nedikirin û di ser de jî endamê jinaniyê, wek endameke kurt û zeîf a meraniyê dihesibandin û jin wek "mêrê xesandi" bi nav dikirin. Ev fikra nedîtî, jin wek cinseke ku bê îstîsmarkirin, didan nîşan. Lê belê piştî ku di sedsala hijdehemîn de hin guherîn di zanista biyolojiyê de pêk hatin, bi wê yekê re nedurustbûna vê fikrê jî derkete holê û jin ji aliyê biyolojîk, ji nû ve hatin nasin
Kurdî
Reklam
"Ji ber ku em hatine dinê, ji bo carekê tenê, me tiştekî wisa mezin ji dest daye ku tiştên din hemû –êşa wan çi qas giran be jî– li ber vê windakirinê ne tiştek in."
Alıntı
Di gerdûnê de gelek hêz hene, weke hêza bextewarî û kêfxweşiyê, hêza xemgînî, reşbînî, pere û mal û milk, hêza xerabiyê, ya başiyê, ya eşq û nefretê, ya regez û serkeftin û têkçûn û... hwd. Ev hêz ji hêzên negatîf û pozitîf in, ew weke pêlan e di hewa û gerdûna fereh de hene û eger em yekê ji wan bifikirin em wê hêzê ber bi xwe ve tînin, dema em xemgîniyê hizir dikin em bi rastî xemgîn dibin û dema em dixwazin kêfxweş bibin em bi rastî kêfxweş dibin.
Diya wê serê xwe dihejand û digot: "Ji wan gotinan bawer neke keça min. Bi dirûvê însanan nexape. Tu hîn zarok û bê tecrûbe yî. Tu nizanî çawa kîvroşkeke nerm û nazik û bê ziyan ji nişka ve dibe jûjiyekî gij û zivir. Çawa miheke belengaz dibe gurekî har û dirinde. Çawa giyanên bi dirûv perperokî dibin moz û şandelîk, dibin dûpişk, dibin mar, marên heft serî, dibin ejdeha..."
Kurdî
"Ew çi dil e ku di defa sîngê meriv de ewqas zû xirab dibe!... Xwedê dilekî welê zelal û zêrîn di defa sîngê însan de bi cîh kiriye ku têra hemû kelamên cenabê Wî dikin... Kelamên ku ji bo başiya me vegotine, kelamên ku Wî ji bo silametiya me bi rêya melekên xwe daxistine. Lê dîsa jî hinek merivên welê bi rûyê vê dunyayê ketine ku... di dilê wan de cîhê sê kelamên Xwedê jî nemane."
Sayfa 25 - Peyvend·Kitabı okuyor
Reklam
Reklam