Min ê çawa karibûya şêwazeke ku bi kok û reh û nivîskari ú mezaxîya xwe ew qas bi taybetî bûrjûwayî ye, ji bo temaseke nû ya bi girseyeke ji ber pirsgirêkên li jor hat qalkirin muzdarîb e, bi kar bianîna?
Bingeha civakî yan heta neteweyî ya jêderên kişfeke giring an îcadeke nû ne şert e ku bikaranîna wê ya ji aliyê mîratgirên wê ve dîyar bike. Dîrok bi mînakên dijber tiji ye. Barûd li Çînê hat îcadkirin. Ew ji aliyê bûrjûwaya Evropî ve ji bo belavbûn û firehbûna xwe ya li her quncikê cîhanê bi awayekî bi bandor hat bikaranîn. Zanista matematikė ji aliyê Ereban ve hat îcadkirin, lê hemû nete- weyên cîhanê ew kirin malê xwe. Dema em bi awayekî giştî lê binêrin, dîroka zanist û teknolojîyê encama tevka- rîya gelek netewe û nijadên li Afrika, Asya, Ewropa, Ame- rika û Awistralyayê ye. Ev yek bo dîroka huneran ji rasti- yek e müzik, dans, peykersazî, resim û wêje. Weki mînak, muzîk û hunera Afrîkî, Ewropa û Amerikaya sed- sala bîstemîn ew kirin malê xwe. Ev rastîya der barê jêde- rên neteweyî û nijadî yên îcadekê de, der barê jêderên çînî yên îcadan de jî bi kesereke mezintir rast e. Îcad û qevaz- tinên teknolojik ên herî girîng wekî makîneya jenandina pembo (Spinning Jenny), dezgeha tevnê û makîneya bi dûkel ku rûyê sedsalên nozdemîn û bîstemîn guhertine, hemû berhemên çîna karker in. İcadên berê yên herî girîng wekî çerxa bo avdanê (dolab) yan aşê bayê yan aşê avê, ev jî hemû îcadên gundîyan bûn. Ev ji bo hunerê jî wisa ye, heta zêdetir. Qevaztinên di muzîk, dans û wêjeyê de ji gundîyan hatine wergirtin. Lîstikën wekî futbol ü atletîzmê jî ji kesên asayî hatine û hemû yên din ku bi awayekî normal wekî malê çînên jorîn tên pejirandin jî bi eslê xwe malê gundîyan in. Ev ji zimên bêtir li tu deverê ne ew qas eşkere ye. Gundî û karker in ew ên ku her tim di zimên de