Silav ji we re, ez ê îro qala pirtûkeke binavûdeng bikim. Li ser vê pirtûkê gelek tez hatine nivîsîn, gelek rexne hatine kirin û di demek gelek kurt de gelek zimanan hatiye wergerandin. Pirtûka Sapiens ji aliyê Yuval Noah Harari hatiye nivîsîn û di sala 2011ê de hatiye weşandin. Pirtûk heya 100 rûpelê bi teorîyên meteryalîst ên werarê qala zayîna mirov dike. Ew diyar dike ku her çend di demekî de li cîhanê gelek nijadên mirovan ên wekî Homo Sapiens, homo eractus an neandertal hebûn jî, ji wan Homo Sapiens tenê maye. Sedema vê tiştê nizanibin jî wisa texmîn dikin ku homo sapiens bi saya têkiliya nav xwe de ji holê ranebûye. Jixwe serpêhatiya mirovî ya kelecanî jî piştî vê têkiliyê dest pê kiriye.
Piştî xwendina vê pirtûkê, em careke din têdigihin ku di dîrokê de mirov çiqasî zalim bûne û ji bo pereyan çi kirine. Em dibînin ku Spanîyan çawa şaristaniyên Amerîkaya Başûr ên bi hezaran salan ji bo zêran tarûmar kirine, welatên ewropayî çawa ji bo madenan êrîşî Hindistanê kirine, çawa zengintirîn axên dinyayê (Efrîka) kirine cihên herî feqîr. Pirtûk ji bo du sed salên dawîn jî şibandinek gelek nûwaze dike û dibêje dîn, ji bo mirov bên kedî kirin hatiye afirandin. Di dinyaya nûjen de olek nû derketiye. Navê olê kapîtalîzm e û xwedayê wê jî pere ye....
Ez ji bo xwe bibêjim heta 200 rûpelên pêşîn pirtûk gelek xweş diherikî, min di carekî de 200 rûpel xwend lê piştî 200 rûpelê seyra pirtûkê guherî. pirtûk heta 200 rûpelên pêşî bi awayekî objektîf û li gor zanistîyê dimeşiya lê piştî 200 rûpelê êdî nivîskar dixwest fikrê xwe empozeyê xwîneran bike. Piştî wê demê, ez jê pirtûkê sar bûm û bi awayekî dilşkestî min hewl da ku pirtûkê xilas bikim.
Ji bo 200 rûpelên pêşî bibêjim. Pirtûk, pirtûkek nestêle ye. Têra xwe xweş û agahîwar e. Ji serî de dixwazim behsa serfirazîya nivîskar