Wekî hûn jî dizanin ku li vir gelek kurdînivîsên me yên hêja hene. Ji berê çêtir in hijmarên wan. Bi rastî em bi vê rewşê kêfxweş in. Daxwaziya me ji we ye ku li van hevalan xwedî derbikevin. Çawa xwedîderketin?
Mînak, parvekirinên wan çendî ji we hat parve bikin, biecibînin, şîrove bikin. Hûn fêm bikin an nekin. Nivîsên kurdî yên li tora civakî her dem ji bo me pêwîst in. Li zimanê xwe wisa em ê xwedî derbikevin.
Û ji kerema xwe re şaş an neşaş kurdî binivîsin. Bêguman bi şaşiyan hûn ê bigihêjin rastiyê.
Sipas û serkeftin...
Silav hevalno
Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me...
Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye?
Hevalno
Beşdarê qursa Kurdî ya online bibin. Qeyd ê heta 25ê Sibatê berdewam bike û 1ê adarê ders ê dest pê bike. Qurs belaş e. Aniha qeyd bibin. Zimanê xwe xwedî derkevin. Ji bo zêdetir beşdar qeyd bibin, ji kerema xwe parve bikin.
docs.google.com/forms/d/1Mk2ES2...
Çevrimiçi Kürtçe kursuna kaydolun. Kayıtlar 25 Şubat'a kadar devam edecek ve dersler 1 Mart'ta başlayacak. Kurs ücretsizdir. Dilinize sahip çıkın. Daha fazla kişiye ulaşabilmemiz için lütfen gönderiyi paylaşın.
docs.google.com/forms/d/1Mk2ES2...
Roja zimanê Kurdî,
15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî.
Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.
Ey Kurdno! qîmetê zimanê we destê we de ye.
Zimanê we hebûna we ye...
Bi Kurdî bifikirin
Bi Kurdî binivîsin
Bi Kurdî biaxivin
Bi Kurdî hez bikin
Bila xelk û alem bizanibin zimanê Kurdî çiqas dewlemende
ta ku çiraya me geş nebe,
hûnê tu car ronahiyê
bi çavên xwe nebînin.
ta ku em dîl û kole bin,
emê her mîrkut û nîran,
tok û zincîran li we kin!
hûnê me qir bikin?
Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim.
Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?...
Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov.
Lê kîjan mirov?
Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne
Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in.
(Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin
Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin
Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin
Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin
Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin
Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin
Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.)
Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin.
Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
15'ê Gulanê ji sala 2006'an û virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî.
Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.
Ziman Welat e !
Ziman Hebûn e!
Ziman Jîyan e!
Ziman Azadî ye !
Ziman Ax e !
Ziman Netew e !
Ziman Jîn e!
Ziman Rûmet e !
Bi Kurdî Binvîsin !
Bi Kurdî Bixwînin !
Bi Kurdî Bifikirin!
Bi Kurdî Bijîn !
Zimanê Kurdî Şirîn û Xweş e!☀️