Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Medyaya Kurdî hîn di qonaxa partîtiyê de ye / E.Onen
"her çi qasî îstatîstîk di destê min de nebin jî ez bawer im ku Kurd li medyayên welatên Kurdistan perçekirine bêhtir dinêrin. Kurdên li bakur li medyaya Tirkiyeyê dinêrin, yên li rojhilat li medyaya Îranê dinêrin û hwd. Rast e teknolojî di destê medya Kurdan de heye lê nikarin raya giştî çêbikin, nikarin rojeva Kurdan saz bikin. Rojeva Kurdan jî yên ku Kurdistanê parçe kirine, tayin dikin. Heta ez wiha bibêjim, rast e teknolojî muhîm e, lê ya muhîm ew e ku temaşevan ji te fam bikin. Tiştê ji wan re lazim e divê tu zelal bikî. Îro medyaya Kurdî nikare vê bike. Ez mîsalek bidim, li bakur TV Kurdî ya dewletê heye, bi îhtîmalek mezin xelk ji Kurdistan TV, Rûdaw TV an K24 TVyê bêtir li TV Kurdiya dew- letê temaşe dike. Bêguman dibe ku programên wan dewlemend bin, lê pirsgirêka esasî pirsa janra (forme) bernameyan, janrê muzikejanrê edebî, pirsa ziman, janr enformasyonê û gelek pirsên din in.
Sayfa 53 - Nûbihar
Evdalé Zeyniké
"şagirtino ,dilgeşino...hun dengê xelkê ne. Hûn bendewarê ruhê wî,qasidê hîs û canê wi ne.Bilivînine ,bilezînine ,mîna min ,gotina da û pêr werbigirine ,gotina xwe lê zêde bikine,li gora xwe biguherînine û bi pêşerojê biguhezînîne.Hûn bi xwe biafirînine ,sîuda merivan û halê bûyeran bikine kilam û stranine .Bila kêmaniya hunermendiyê tê de nîn be û ew lihevhatî bine.Li xelke guhdari bikine ,pê alaqedar bine,bala xwe nerm bibine ,qedre gotina xelkê bizanine ,li zexelî,xeletî û bisebr bine.Xêr ,feyde û siûda welat ,xelk û zimanê xwe li ser her tiştî re bigirine..."
Reklam
Bi Zimanê Eşiyayî Behsa Çîroka Dinyayê Dikim: Çîroka Nehatiye Jiyîn Nehatiye Nivîsîn Nehatiye Xwendin.
Sayfa 76 - Weşanên Zîz
Zimanê te wekî xezalekê baz dide Li ser çiya û newalên min...
Medyaya edetî û ya dîjîtal / Murat Bayram
Ka pêşiyê em binêrin li dinyaya fîzîkî em di çi halî de ne: Li Tirkiyeyê 2839 kovar û 2071 rojname têne çapkirin* - (TUIK, 2022) Ji van 2071 rojnameyan bi tenê heftenameyeka Kurdî tê çapkirin. Ew jî Xwebûn e. Li lîsteya kovarên Kurdî ya malpera Çandnameyê de, zêdetirî 40 kovar hene lê kêmtirî nîvê wan weşana xwe didomînin. Li Tirkiyeyê nêzîkî ji sedî 20ê welatiyan li mala xwe wek zimanê dayikê bi zimanê Kurdî diaxivin. (Kurdish Barometer, Kurdish Studies Center). Ji bo zêdetirî 16 milyon kesên kurdîaxêv, ev jimarên me dane bi tenê sembolik in. Ji ber ku kesên dizanin bi Kurdiyê binivîsin û bixwînin kêm in lê yên pê diaxivin û dema dibihîsin jê fêm dikin gelek in, hêviyek heye ku medyaya klasîk a dîtbarî û bihîstbarî xwe bigihîne civakê. Li gor Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) li Tirkiyeyê 226 televizyonên seteleytî û qebloyî hene digel 251 televizyonên herêmî jimara televizyonan 477 e.6 Ji van bi tenê TRT Kurdî û Zarok TV weşana temamî Kurdî dikin, Amed TV jî beşeka weşana xwe bi Kurdiyê dike.
Sayfa 43 - Nûbihar
zimanê xwe ye tûj bi dilê xwe ko dikin.
Reklam
Mewlûd di tesewifa Îslamê de cihekî girîng digire. Koka vê peyvê ji zimanê Erebî tê. Li gorî kok û bêjeyê bi wateya welîdinê tê binavkirin. Mijara mewlûdan bi giştî jidayikbûna pêxember, heta mirina pêxember bûyer û qewimînên çêbûyî û mucîzeyên ku di vê navberê de pêkhatî ne. Hem di edebiyata Kurmancî hem jî di edebiyata Zazakî de ji ber baweriya ola Îslamê cihêkî taybet digire. Di Kurmancî de mewlûdên herî girîng yên Melayê Bateyî, Mela Eliyê Baqustanî û Seydayê Tîrêj in. Ji bilî wan Mewlûdnameya Şêx Hisê Qazî ya bi Soranî û Mewlûdnameya Mela Ebdilla Bilberî ya bi Hewramî mewlûdên herî naskirî ne.
koleksiyona I3`em, li stêrkekê, nîvêşevê ev çirûsk, ji çirûskên stêrkên çavên te hatiye berhevkirin di tahma însanên dizanin biêşin û di bêhna felekê de ye tirs-tarî-tenêtî- ferîşteya firtoneyan mhê min bi firê xist hezkirina stêrkan bask bi min da zîldayin
koieksiyona 12`em, li binê bîrê, şev ev çirûsk, bi şev ji xelekeke govenda şewqên li ser ava bîrê direqisîn hatiye berhevkirîn di tahma xwedê û di bêhna hibrê de ye di binê bîreke birîndar û bêbinî de tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
li ser navê aştiyê, Bîra min bi berateyên birayên min dihate hedimandin navê min ji serçavê min bi biviran dihate xerritandin (diêşiya, pirr diêşiya…) (xwîn bû; ji ber gava ku min dest didayê wek virçoqiyê rohn bû) ji bo ku ser jê bikirina li salvegera tunekirina min wan dermale kiribûn dil û gurçikên min ez sunnet kiribûm ji zimanê min mmmmmmmmmmmmmmmmm… çawa tê gotin ez baş nizanimmm… ez di desthilatdariyê nimmmmm…!
Reklam
Nasnameya min di devê min de Derya min a fikr û tesewirê Hişê min jê hêzê distîne Bilindî û kûrî pê Teşe didin pêlên fikrê. Nasnameya min di devê min de Dayina dê û bavê min Ne pasaport e ku bê çirandin Ne kaxiz e ku tu bavêjî Nasnameya min di devê min de Kes nikare bistîne ji min Zimanê min î şîrîn û nazik Zimanê min î çoris û tûj Nasnameya kesîtiya min Nerm e geh, geh bi girrik Nasnameya min di devê min de Zimanê min î bav û kalan.
Ziman dê ye, ewlad lê ye Welat bav e, hukum navê ye Bè welat, merî sêwî ye… Dayika min e, ziman delal Methê kibîr hertim bal Te kişandim xem û xeya
1.500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.