Gelek gotin min man li ser gerumin tu nizanî
Gelek xewnên min herimîn ji ber qîjêne dilê min ez e bi qîrînê rabûm min te li cem xwe nedît
Gelek ez bi tenê digirîm min gazî te kir û tu nehatî
Gelek gotinên min rêyên de mane kevn nabetin
Tu kengî êy bî zimanê vî lal î ?
Çîrokek'e li ser ziman bû ye efsûn
Şerê navbera min û te ji habîl û qabîl maye
Evîna min û te ji adem û hawa maye
Hevdîtina min û te li benda roja axiretê, li qada mahkema kubra ye
Her tişt diherike,digere û diguhere
Tenê rastîyek zanim û naguhere
Bûye girêk li ser dil û zimanê min maye
Ez hê jî wekî hergav ji te hez dikim
Ev ne nane ne jî ave ne heyve ne jî tave
Wjîyan
Sidîq Gorîcan berhema xwe a haîkûyan ( li gor derfetê zimanê Kurdî ) li ser hêmanên wî en sereke, xweza û kêliyé avakirye.
Bi berga berhemê kû dîmenek ji biharê, destpêdike, kêlî bi kelî li xwezayê bi vegotunek xweru diherike û bi dîmena dawiya bergê a paziyê diqede . Hema bêje hemî haîkû wek dîmen ru didin. Niviskar zêdetir mila dide ser rêça Matsuo Başo, derdorê raçavdike ,guhdar dike û dike haîkû. Her haîkû dîmena wê kêliyê digire ( #238988138) û tenê tehma wê kêliyê vedibêje. Di haîkûya15( #239547483)û a 22. (#238987852) de şayesandinên nazenîn radestî xwînêr dike . Her wuha bi haîkûyê 32 ( #239547321) û 33(#239547547)dîmena kuçe û kolanên welat digire û dibin bîreke niviskî.
Navê berhemê Gumbil e ku tê wateya kulilka darê a herî jor. Dîsa wek sernava naverokê Gupik bi Gubik Haîkû gotiye ev jê herî kêm wek navê Haîkûyan li haîkûyan hatiye. Berhem bi pêşgotina têr û tijî a cenabê Berken Bereh hê destpêkê de hevî dide xwêner. Ber ku, helbestvanê qedir bilind him qala cureya haîkûyan him jî qala haîkûyê Gorîcanî kiriye. Niviskar di destpêkêde haîkûyek ji yek jî ji avakerê rêzika haîkûyan Başo yek ji helbestvanê me yê hêja Berken Bereh û yek jî ji zargotina Kurdê xemilandiye. Bi îlutrasyonê Zozan Orak û wêneyan be him haîkû piştrastkirye him jî neşxeke nazenîn lê zêde kiriye
Hûrgilî ew qas zêde û cîbicî ne wek tevnekî têkûz dimeşe û biqede.
"her çi qasî îstatîstîk di destê min de nebin jî ez bawer im ku Kurd li medyayên welatên Kurdistan perçekirine bêhtir dinêrin. Kurdên li bakur li medyaya Tirkiyeyê dinêrin, yên li rojhilat li medyaya Îranê dinêrin û hwd. Rast e teknolojî di destê medya Kurdan de heye lê nikarin raya giştî çêbikin, nikarin rojeva Kurdan saz bikin. Rojeva Kurdan jî yên ku Kurdistanê parçe kirine, tayin dikin. Heta ez wiha bibêjim, rast e teknolojî muhîm e, lê ya muhîm ew e ku temaşevan ji te fam bikin. Tiştê ji wan re lazim e divê tu zelal bikî. Îro medyaya Kurdî nikare vê bike. Ez mîsalek bidim, li bakur TV Kurdî ya dewletê heye, bi îhtîmalek mezin xelk ji Kurdistan TV, Rûdaw TV an K24 TVyê bêtir li TV Kurdiya dew- letê temaşe dike. Bêguman dibe ku programên wan dewlemend bin, lê pirsgirêka esasî pirsa janra (forme) bernameyan, janrê muzikejanrê edebî, pirsa ziman, janr enformasyonê û gelek pirsên din in.
"şagirtino ,dilgeşino...hun dengê xelkê ne.
Hûn bendewarê ruhê wî,qasidê hîs û canê wi ne.Bilivînine ,bilezînine ,mîna min ,gotina da û pêr werbigirine ,gotina xwe lê zêde bikine,li gora xwe biguherînine û bi pêşerojê biguhezînîne.Hûn bi xwe biafirînine ,sîuda merivan û halê bûyeran bikine kilam û stranine .Bila kêmaniya hunermendiyê tê de nîn be û ew lihevhatî bine.Li xelke guhdari bikine ,pê alaqedar bine,bala xwe nerm bibine ,qedre gotina xelkê bizanine ,li zexelî,xeletî û bisebr bine.Xêr ,feyde û siûda welat ,xelk û zimanê xwe li ser her tiştî re bigirine..."
Zarokên me bi zimanê dayikê yê zanistî û perwerdehiya laîk pêşerojê hembêz dikin; Bi hêviya cîhanek ku tê de karkirina zarokan û her cure tundiya li dijî zarokan bi dawî bibe.
23ê Nîsanê Roja Zarokan pîroz be.
“Zarokê min, şerm e, yan hînî zimanê xwe bibe yan jî nebêje em kurd in. Kurdbûna lal tu rûmetê nade te, ev ji bo me şermeke mezin e. Bi fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe“Zarokê min, şerm e, yan hînî zimanê xwe bibe yan jî nebêje em kurd in. Kurdbûna lal tu rûmetê nade te, ev ji bo me şermeke mezin e. Bi fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe
Ka pêşiyê em binêrin li dinyaya fîzîkî em di çi halî de ne:
Li Tirkiyeyê 2839 kovar û 2071 rojname têne çapkirin* - (TUIK, 2022)
Ji van 2071 rojnameyan bi tenê heftenameyeka Kurdî tê çapkirin. Ew jî Xwebûn e.
Li lîsteya kovarên Kurdî ya malpera Çandnameyê de, zêdetirî 40 kovar hene lê kêmtirî nîvê wan weşana xwe didomînin.
Li Tirkiyeyê nêzîkî ji sedî 20ê welatiyan li mala xwe wek zimanê dayikê bi zimanê Kurdî diaxivin. (Kurdish Barometer, Kurdish Studies Center).
Ji bo zêdetirî 16 milyon kesên kurdîaxêv, ev jimarên me dane bi tenê sembolik in.
Ji ber ku kesên dizanin bi Kurdiyê binivîsin û bixwînin kêm in lê yên pê diaxivin û dema dibihîsin jê fêm dikin gelek in, hêviyek heye ku medyaya klasîk a dîtbarî û bihîstbarî xwe bigihîne civakê.
Li gor Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) li Tirkiyeyê 226 televizyonên seteleytî û qebloyî hene digel 251 televizyonên herêmî jimara televizyonan 477 e.6
Ji van bi tenê TRT Kurdî û Zarok TV weşana temamî Kurdî dikin, Amed TV jî beşeka weşana xwe bi Kurdiyê dike.