Helbestên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran ax û zeviyek bûn ku tovên kurdayetiyê tê de şîn hatin û qebilîn. Ne ji ber mijarên di helbestên wan de lê ji ber zimanê ku ew helbest pê hatine nivîsîn. Em dizanin ku ziman ew e ramana ku bîr û hişmendiya milletekî di xwe de diguncîne û sîqal dike.