Ez dibêjim ziman lale Dil bê evinê dinale Kanî û ava zelale Dil ji boyî wê cî û ware Şevê rake ji ser dêma Rojhelate dîtina te Heyv û stêrk xwe diveşêrin Gul geş dibin bi dîtina te
Li Kurdistanê Navbera Mûş - Tetwanê Bawer bikî ji dewletê û ji gulan Wê rêbir xwîn bibin Wê leşkerên xirabxemlîn xwîn bibin •Kasım Taşdoğan - Re•
Reklam
Dû dane dû
tê bîra min di dibistan de dihat pirsîn 2 + 2 dibe bi çend ??? hemû bi hev re dinivîsandin dike çar tenê min di hesab de nimreyê kêm dianî û di hatim xwar... ew jî tenê ji ber li ba min wiha bû 2+2 dibe bi yek nabe çar li ba min wiha bû diran û du lêv û ziman nabin bi çar dibin bi zar bi hev re yî dikin hawar... li ba min wiha bû du dest û du
Dem
Derbas bû "Dem" , winda bûn mîna çûkên koçber , tenê bûn Berî her tiştî ,birin dile paqij serxweş kirin, em şeveke mij eslê xwe ji bîr kir hêdî hêdî Henek li ziman kirin êdî Cilên kurt bûne mode. Mode Avêt ser laşê rût de Nav kirin Azat lê , bû kole Nazdar bû "Nez" , sed çarî bêlome Evîna Men û Zin, mirina birûmet Xwe kirin Aşk - i Memnu, har û bed Pereyan namûs firot dijmin Go: kurdewarî zik têr nake, çi ji min Bûn kujer e zarokê ciwanen leheng Birayê me xayin , nava me de bêdeng Divê ez li ser van binivîsim hevalê hêja. Xwe û eslê me riswa kirin wek geja Ku ji min re bibêjin: kevneperest, nezanî Ez nikarim wekî wa xwe bifroşim erzanî .. Erdal dersim
Bûbê Eser | Ew in Dijminê Mirovahî
Heta ku em ev bin Ne xwedî hêz bin Ne xwedî dewlet bin Em ê reben û bidest bin Heta em biparêzin bratiya gelan Em ê wenda bikin bi hezaran De bese êdî bigirin hemî derîyan Êdî silavê jî nedin wan hovan Wan welatê me perçe kirine Baweriyên me ji hev qut krine Ji bona em nemînin weke kurd Her tim li serê me dixin mîrkud Bûbê Dibêje û dike qazî û dinalîne Xwe dûr bixin ji wan ew alî ne Xwe dûr bigrin ji roman ew ne xalî ne Hukmê xwe li ser serê me danîn Nepeyivîn bi zimanê wan, xwe dûr bixin ji adetên wan Bavêjin hemî hêjayî û malê wan Li xwe vegerin û bibînin wan.
Ezîz Xemcivîn | Bêhna Baranê-4
Li çavên tiliyên min binere, tîrêjan davêjin hûrbîniyên jiyanê, dîsa binere li wê xala ko li ser zimanê mebesta min raperî ye, helarek di dilê pênûsa min de vêxist.. Şev berê xwe dide min, lênivîseke şermîn vedike û nihêniyên evîndaran di guhê min de dilorîne.. Ez ne stranbêj im, dê nikaribim banga te bi bayî re bişînim! Ne helbestvan im tako hestên hêlînan tevrakim! Ne kewgir û ne nêçîrvan im, destê min nikare sûcan hilgire.. Li jêr sîbera tenahiyê morîkên belavbûyî berhev dikim.. Dilo aram be derî negire, çivîkên li paş percereyê azadîxwaz in!
Reklam
1.000 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.