Cegerxwîn Bes
Eger pîr û eger mîr û eger beg,
Çi Eyûbî, çi Merwanî, çi Bermek.
Hemî çûne, belê em mane nêçîr,
Ji xwe dijmin li pey me her wekî seg.
Dijîn em her li ser şax û zinaran,
Kevir balîf e bo me, qad e doşek.
Bi lêdan geh, bi kuştin geh bi talan;
Li çolan em dibazin hacî legleg.
Serê mîrê mela û şêxên Kurdan,
Bi çoganê demê ew dane ber şek.
Ceger xwîn bû bes e rabin bibin yek,
Heger mîr û eger pîr û eger beg.