Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Lew li min der bûne birînan, dihêrim ah û elemê Were seyyadê hezînan, bes bike qala weremê Ne’lînên ‘uşşaqî rabûn, kadîna ‘işqê zuwa bû Êdî hew Zînê xuya bû, ruh li ber kaşê kelemê Neguvêş min di narê xwo, bes guh de qêrînên ezê Hatina min bi mûyekî, ne bi qesr û payî textên vê demê Kengî vî barî dirakim, çawa karibim derêxim Ne ji welat dikarim çim, ne ji te ez revemê Kanîya baxê buhuştê, nûreya bedra munîr î Derî û pace vekirim, kanê ew bêhna qeşemê Min di dil de heye tenûr, ne tenê bi şev e sohtin Bîst û çar sa’etan her, disojim wax mu’teberê Ez nikarim xwe hebînim, bê niyaz û derd û ney Hew dikarim bikenim qey, lew li min rabûye Memê Kewîna êş û birînan, carekê nakit pirsîyar Bes qeweta min nemaye, were min bibe îremê Her wekî zahir dikim ez, hesret û bêrî û hestan Heta hebe ev ‘illet, darûxwaz im vê mulhemê
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Sebahu l-xeyri xanê min şehê şêrîn zebanê min Tu yî rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Te`ale l-lah çi zat î tu çi wê şêrînsifat î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu
Sayfa 248
Reklam
Dayîka Helbesta • Jîr Jan Amedî
Peyman ji te re Setare An pêşveçûn û hebûn An mirin Bi hevre Dîtina te Setare Zanim ji min re belaye
Beyta Dilî ( Dilo Rabe ) • Feqîyê Teyran
Dilo rabe dilo rabe, Veke çava, ku êvar e, Nezan û bes di xew da be, Bi newmê ra mebe yare.. Dil û şîrîn neke newmê, Ji nefsa xwe bike lewmê, Neçe nêzîka wê qewmê,
Dîdara Te Ez Zîn Kem | Elî Herîrî
dîdara te ez zîn kem heta kengê ruh te teng kem keser bum carekê bîn kem xudana têt û destmala xudana têt û cehhet bê xerac û erd û qîmet bê dîdrara te bi qîmet bê li eyd û cejn û sersala evel kom û kesê min tuy yeqîn firna dersê min tuy kesê min û bese min tuy li zer û mal û pir nala li zer û mal û pir rencim kesadim sahibim gencim li bajêra guhêr sencim sefer diwere heta mala sefer di were şebê tarî ey Elîyo tu pir ray da bikeyn zikir cebarî belkî li me xoş bêt sala
Ew Tav Leylan Û Çavên Te
Ne ew tav bûya Min ê çardeh qirnan Av vexwara ji wan her du kanîkan Ew tayên porê te Min ê di hemû çepera dil de biçanda Bi emeletî xwe hilkira heta çongê Bêr di dest de Di hênikahiya her sibehên xwedê de
Reklam
Port Û Şîret
Hela were, hela were! Ji bo te bêjim eşkere. Em bûn çera hirç û gura Bûn alifê ga û kera Heval bibin tev Markisî Bawer mebin bi hîç kesî
(Dîwana 6a, şefaq)
Ah Şêrînê
şêrînê, şêrînê _Gulçîçek û nesrînê _________Rû sorgula evînê ________________Ez dil didim mizgînê şêrînê, şêrînê ____Ez dîn kirim _____________Bê dînê
Ne ji vî pirtûkê
Evîndar im
ji derdê evîna yarê perîşan im, min sed eman ji beyanî ta êvarê şaş û gêj û wek serseman, wek sersem û wek sewsiya digerim li çol û çiya goştê canê min heliya
244 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.