Kurê min, niha dê bême ser te,
Dilê xwe vekim dê bême ser te,
Dilê xwe vekim li ber te,
Binhêr ev e şireta min,
Dê bêjim bi pirrkurt û kin:
Ku di hemî kir û waran
Digel hemû nas û neyaran,
Bas wekî çavê xwe,
Bîr bînî şireta bavê xwe.
Li ser her kir û gotinê hûr bî,
Ji kir û gotinên lez dûr bî,
Heya nekevî kemî û şaşîyê
Fihetkar nebî li paşîyê.
Ev e şireta durust û çak,
Ji bo we xortan dixwazim
Pêşendeyek xweş û ronak.
bê çek, di nav civakan re derbas be û tevlî yeka din bibe
li ber çemê Nîl' bêtirs, li rojhilatê Sfenks binêre
û bibêje, "çendîn hezar sal in, li ser vê xakê ez jî heme
ez jî nasnameyek im, dişibim te, lê wekî xwe me herdem"
ez aştî me bê çek im! dîrok, gazî zarokan bike, bêje:
bes, hûn dikarin şeran bi dawî bînin”
Min ji xwe re got: "Bila ev derya û ev çiya û ezmanê welatê min tiştên herî dawî bin ku ez dibînim. Bila ne herdu çavên dêya min ên mişt bi rondik bin."