Aşût:
Qîza xalo, evînî xweş e û zehf şirin e Ku meriv baweriya xwe bi hev bine Oîzxala min di bin bandora çi de ma Ci qas bi lez î, meriv şaş e nabet yeqin e.
Anûşka:
Kurê metê ez çi bikim tu bawer biki Ji te re xwe zelal bikim, bibim ava heriki Anûşka kole û xizmetkara mala te be Rabim xwe bikujim, doza vê li min diki.
Aşût:
Anûşka bêbextiyê li xwe qebûl nakim Ez dikim nakim ji gotinên te bawer nakim Qîza xalê min hatiye doza lêborînê dike Aşût bûye dîlê qîzekê bibêje ez çawa bikim.
Anûşka:
Aşût dibêjin ola Îslamê oleke fireh e Bawer im cihê vê bextreşê tê de heye Ka carekê nava dilê xwe ji min re veke Wê Anûşka bibe şîrîna ber dilê te ye.
Aşût:
Anûşka te nava dilê min helandî Te bi hîle û dekan ez xapandî Ez nizanim tu ar î yan tobedar î Carek rast bibêje Xweda hebandî.
Anûşka:
Xweda şahidê navbera min û te be Çiyayê Elegezê cihê evîna me be Ku Aşût ji Anûşkayê bawer neke Xwe dikujim, dilê min li cem te be.
Ez Anûşka zêrîn im. Xwediyê xencera zîvîn im Tu mêran li ber xwe nabînim Aşût bila dayika te têr şîr bide Te serşikestî bi ser meta xwe bişînim Qîza Qralê Ermena me. Ji kesî natirsim, li qada me. Qet ji we re negotine ez pehlewaneke bêhempa me..
Ji bona medeniyeta me pêş ve here ewilî divê azadiya fikran û azadiya xwe îfadekirînê hebe. Voltaîrê gotiye: "Ez beşdarî fikrên te nabim lêbelê ji bona tu fikrên xwe îfade bikî ez dikarim canê xwe jî bidim..."
Mela rabe, evîna te
Giha ber rendeşa zanîn
We, rê winda û şev tarî
çi Geylanî çi şîrazî
Serî hilde binêr çawa
Gihane jorê ezmana
Me gewher perçe kir îro