Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
dê bajar çawa zûtir biguherin, dema ku avahî hilweşin an heval winda bibin?
Sayfa 29 - lisKitabı okudu
Roja qiyametê, roja mehşerê! Tu yê kengî ronahî ke şeva min? Dê kengî dinya wer hilweşîn; Ew gurmînî ya derba wêranker? Gava hemû mirî rabin ser xwe, Ez ê jî bigihêjim tunebûnê! Hey cîhanan, dev ji zivirandinê berdin! -Édouard manet, le suicidé (1877)
Reklam
Sê milyon ciwan ji her şop û der Dıçın Berlinê ser gora Hetler Hetlerê mêrkuj, Hêtlerê zorker Ji bo haşıti ev çûn û tevger) Hey xortên ciwan, hey keçên ciwan Xêrxwazên cıhan herın mihrecan Herın mıhrecan bıbênın Berlin Ew bircên belek çawa hilweşin Diwar û kavıl hemi reş û xwin Da hun tev bıbın dılgir û xemgin ...
Sayfa 333Kitabı okudu
Kevok li der û dore xwe dinihêre ; di serê çiyan re çend teyrên mezin didin baskan û difirin. Cotek kîvroşk, ji koma merivan gelekî dûr, didin çarpiyan û direvin. Ji mirin, kuştin, şewat û hilweşînê çiqas dûr! Ji dehşet ,şîdet ,kîn ,nefret û rikê çiqas dûr! Lê ev însan, ev şer, ev kîn û nefreta van însanan ? Ev xwîna ku diherike? Ev dil û ruhên ku bi xwînê tên avdan, ji xwe re kirine kaniya jînê?
Mirin, mayin, kuştin... Gotinên ku ez herî zêde dibihîs im... Mirin, kuştin, şewat û hilweşîn, li vir bûyer û kirinên herî hêsan in, bi hêsanî li vir tên pê. Çima? Mirin bûye mîna nan û avê, hewa û nefesê... Çima? Însan, jiyana însen li vir erzan e, zahf erzan... Çima?
" Însanên fanî, ku ji afirîne bêtir ji hilweşînê, ji evînê zêdetir ji kînê hez dikin; yek , bi lorîna nazik, gotina xweş û xewa şêrîn. Dudo, bi şûr, xencer, demançe û tivingê. Para Mezopotamyayê , şêweyê diduyan e."
Reklam
" Însanên fanî, ku ji afirîne bêtir ji hilweşînê, ji evînê zêdetir ji kînê hez dikin; yek , bi lorîna nazik, gotina xweş û xewa şêrîn. Dudo, bi şûr, xencer, demançe û tivingê. Para Mezopotamyayê , şêweyê diduyan e."
Sayfa 21 - İthaki yayınlarıKitabı okuyor
Mirin, kuştin, şewat û hilweşîn, li vir bûyer û kirinên hert hesan in, bi hesanî li vir tên pê. Çima? Mirin bûye mîna nan û ave, hewa û nefesê... Çima? Însan, jiyana însen li vir erzan e, zahf erzan... Çima? Jiyan li vir ne pîvan e, pîvan mirin e... Çima?
ez êşa birînên qalik negirtî me ez bi qêrînên serhildêr im di hinavên min de agir disoje çiqasî eşq û evîn şikestin çiqasî stêrkên şevên sayî xeyîdîn çiqasî sînorên axa welatê rojê rondik barandin çiqasî darên hesretê pel bi pel temen weşandin çiqasî li ser lêvên evîndaran xunava ramûsanan cemidî çiqasî bêdengî di bin sîya tenê manê de dinalî çend helbest bi xwînê vedirişîn çend karxezal cîh û warên xwe diterikandin çend emir li nav tirsa hestên xerîbîyê de vediciniqîn çend dîwarên sebira salên dilgeş hilweşîn çend caran qederê kul û kederên bêderman kirin para me çend caran ez bûm penaberê çol û beyarên bi mij û dûman çend caran wateya peyvan di gewriya ferhengan de fetisî bê qedir û bê qîmet.....çend caran Welat Bazîdî
35 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.