Eser Bilgisi
Lêkolîna me di derheqê berxwedaneke eşîrên Kurdên Êzdî ya mîrgeha Xalta de ye. Di wextê da mîrgeha Xalta di nav Kurdistanê da mîrgeheke Êzdiyan ya mezin û bi hêz bûye.
Xaltî, federasyoneke eşîrên Êzdîyan ne; heta niha jî eşîrên Qizilî, Niqîbî, Xendeqî, Berekî, Anqosî û hinekên din xwe wek Xaltî binav dikin.
Dema ez zarok bûm, rûspiyên gundê me di odeya me da diciviyan, çîrok digotin, li ser gelek babetan diaxivîn, digotin qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne. Navê çend qebîleyên din jî didan, ku di nav Êzdîyên Ermenistanê da hebûn (navê wan bîra min da nemane). Niha Xaltî, wisa jî li der-dorê Wêranşeherê, li Şengalê û li Şêxan jî hene.
Ezdiyên Xaltî dibêjin ku peyva Xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne; Xaltî navê war e, cî ye. Eger navê war e, wisa ne navê herêma wan, welatê wan Xalta bûye. Lê li ku ye ew welat yan herêma bi navê Xaltî?
Di vê pirtûkê de
Berxwedana êla Xalta, Mîrzikê Zaza
Mîrzikê Zaza
Komkujiya Dela
Ridiwan
Şerê Erenza Şêxan4
Nameya Mîrzikê Zaza ji Serleşkerê Rûs ra
Kuştina Mîrzikê Zaza û Dawiya Mîrgeha Xalta