Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Kanlı Madalya

Stephen Crane

Kanlı Madalya İletileri

Kanlı Madalya iletilerini, Kanlı Madalya okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin Siwarên reş ji pişta behran hatin. Çingînî û ringînîya rim û mertalan bû, Hurmînî û gurmînîya sim û pehnîyan bû, Halanên hovane û pêldana porê wan Di bez û êrîşa li ser pişta bê de. Ji vê çêbû ku Guneh rabû ser zîn. Stephen Crane
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Reklam
Ez Li Ser Cîyekî Bilind Sekinîm Ez li ser cîyekî bilind sekinîm, Min dît, li jêrê birrek şeytan, Baz didan, lotik didane ber xwe, Heng û bezma gunehan dikirin. Yekî bi girnijîn li jorê nihêrî, Hilda got, "Hevrêyo! Birako!" Stephen Crane
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Rêwî Rêwîyê Di rêya ku diçû ser rastîyê derdixist Tuşî matmayînê hat. Kevzeke stûr bi rê ve girtibû. "Va ye," wî got, "Dîyar e ji zû ve ye kesek Derbas nebûye di vir re.” Paşê dît ku her kevzek Kêr e bi serê xwe. "Baş e, got di ber xwe de dawîyê, "Bê guman wê rêyên din hebin." Stephen Crane
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Carekê mirovekî zana hat ba min. Carekê mirovekî zana hat ba min. Got, "Ez rê nas dikim, tu were." Ji vê re kêfa min hat bê payan. Me bi hev re lezand. Hê tiştek neketî navê, em gihiştin Dereke ku çavên min bê havil man, Pêyên min ez bi kû de dibirim min nezanî. Min hişkehişk girt bi destê hevalê xwe; Lê dawîyê wî kire qîrîn, "Ez winda bûm." Stephen Crane Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Gava Ku Pêxember Gava ku pêxember, peyayekî ji nava xwe têr î qelew, Gihişte lûtkeya çîyê, Kire qîrînî: "Wey li zanîna min! Min mebest bû ku min erdên pak î spî Û erdên nepak î reş bidîtana - Lê bergeh gewr e." Stephen Crane
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Reklam
Bifikire Her Wekî Ez Difikirim "Bifikire her wekî ez difikirim," got mirovekî, "Yan na, tu bi mehdxelênekî nepak î; Beqekî bejî yî tu." Piştî ku ez di wê yekê fikirîm, Min got, "Baş e, ez ê bibim beqekî bejî." Stephen Crane Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin
Siwarên Rej ji Pişta Behran Hatin