10/10
·208 syf.·
2026 20. kitabı
"Ziman ramanê diafirîne." (Sapir-Whorf/ Humbold) Kovara Zaremayê di vê hejmarê de mijara kolonyalîzmê/mêtîngeriyê lêkolîn kiriye. Kovarê nêrîn û xebatên çend nivîskarên antî-kolonyalîst ên wekî Fanon, Arendt, Alî Şerîatî, Îsmaîl Beşîkçî û hwd. parve kiriye. Giring e ku nivîskar nivîsa xwe bi zimanê zikmakî binivîse. Kolonyalîzm bi tenê ne sînorên siyasî ne; kolonyalîzm li ser ziman jî tesîrê dike. Gava ku mirov raman û fikrên xwe bi zimanê biyanî yan jî bi zimanê kolonyal binivîse, wê ew nivîs jî di xizmeta kolonyalîzmê de be. Di kovarê de çend hevpeyvîn (bi taybetî hevpeyvîna birêz Seyidxan Sevînç gelekî xweş û watedar bû) û werger jî hene. Ev xebat bi giştî nîşan didin ku parastina ziman, sîngera herî xurt a li dijî mêtîngeriyê ye; loma nivîsandina bi kurdî ne tenê tercîhek e, çalakiyeke man û nemanê ye.
Kurdî
Zarema - Hejmar 15Zarema Dergisi · Avesta Yayınları · 20211 okunma
Femînîzma Edebî
Puan vermedi·72 syf.··
2026 46. kitabı
·
15 günde okudu
·
Okunma: 08 Nisan 2026 12:36
Lorîn S. Dogan, di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Ew, yek ji wan çîroknûsên edebiyata kurdî ye; Serê Sibê pirtûka wê ya çaran (2024) e. Her sê pirtûkên wê yên din, Kirasê Teng (2007), Destên Vala (2012) û Sindoqa Girtî (2020) bi temamî ji çîrokan pêk tên. Lewra di edebiyata kurdî de dema behsa çîroknûsiyê tê kirin, li gel Hesenê Metê, Lorîn S. Dogan tê bîra min. Herçî ji çîrokan, ji çîrokên modern hez dikin teqez divê ji mêweya berhemên van herdu çîroknûsan tehm bikin. Ji ber ku min her sê berhemên wê yên din xwendine, ez bi rehetî dikarim li ser vê berhema wê hûr bibim, vê berhemê bi yên din ra muqayese bikim û behsa guherîna şêwaza Lorîn Xanimê bikim. Serê Sibê, ji 17 çîrokên kurt pêk tê û li ser hev 71 rûpel e. Pertûkeke tenik û herikbar e. Temaya çîrokan bi gelemperî wiha ye: jinbûn, têkiliyên jin û mêran, têgeha malbatê, hestên nuxamtî, tevgerên veşartî, eşq, gihîştin, veqetîn û hwd. Li gorî berhemên wê yên din, di vê berhema xwe da em dibînin ku nivîskara me bêtir bi nêrîn û helwesteke femînîst nivîsiye. Her çîrokeke vê pirtûkê di esasê xwe da rexneyek e bo civaka heyî û normên diyarkirî. Ango pirsgirêkên ji ber nasnameya zayendî zêdetir xwe didin nîşandan. Di berhemên beriya vê da, em dibûn şahidê pirsgirêkên ji ber nasnameya neteweyî jî. Bûyera komkujiya Helebçê ku ew di dîroka kurdan da û di hafizaya kolektîf da xwediyê cihekî girîng e, yek ji wan mijarên çîrokan bû. Wekî din dîsa helbet têkiliyên malbatî û têgehên wek jin û dayik jî bibûn mijarên sereke yên çîrokên Lorîn Xanimê. Di vê berhema wê de, çîroka ewil Serê Sibê ku navê xwe daye pirtûkê jî, bi metafora xwînê dest pê dike. Di heman demê da mijara çîrokê jî xwe dispêre rastî û qaîdeyên civaka kurd, di derheqê normên vê civakê de hin agahiyan dide xwîner. Dema min ev çîrok xwend yekser
Serê SibêLorîn S. Doğan · Avesta Yayınları · 20247 okunma
Reklam
Nîqaşeke Kurt û Kurmancî li ser Helbestê
Puan vermedi·64 syf.··
2025 59. kitabı
·
19 günde okudu
·
Okunma: 30 Haziran 2025 22:02
"Helbest tiştekî wiha ye ku bê wê nabe, lê xwezî min bizanibûya çima bê wê nabe." -Jean Cocteau Silav ji miriyên helbestê re :) Piştî xwendina vê pirtûkê baştir têgihiştim ku çi xezîneyek heye di edebiyata kurdî de. Min zewqeke mezin girt ji xwendina vê berhema kurt û kûr. Berhem, cureya hevpeyvînê ye ku di navbera sê nivîskarên kurd de pêk tê: Çîdem Baran, Fewzî Bîlge û Ehmed Ronîar. Ç. Baran dipirse, her duyên din jî dibersivînin. Hevpeyvîn di derheqê helbestê û hûrgiliyên wê de ye. Ç. Baran, bi berhema Platon a bi navê ÎON dest bi hevpeyvînê dike û di pirsa ewil de dixwaze nîqaşê bibe ser vê yekê: gelo meriv di helbestê de dikare li aqil bigere yan na? Helbet bersivên maqûl digire û bi vî awayî suhbeteke xweş di navbera wan de geş dibe, li ser çima û çawabûna helbestê. Tişta sereke ya min ji vê hevpeyvînê fêhm kir ev e: helbest di her serdemê de ji pirsgirêkên civakî re bûye bersiv, bûye neynika civakê, bûye gazin û hawara miletan. Ne mumkin e meriv helbestê ji civakê û meseleyên civakî bişo. Li gorî rewşa serdeman ruh û wateya helbestê jî tim guheriye, hîn jî diguhure, teşeyên nû digire û serdanpê polîtîk e. Meriv dikare bibêje helbest gava xwedî helwest be bi kêr tê, wekî din ji xwe her kes dinivîse. Helbest çima tê nivîsandin û çawa tê xwendin. Helbestvanan çima exleb di temenekî ciwan de xwe kuştine. Îlham çi ye û çawa tê helbestvanan, mijarên sereke yên helbestan çi bû ne...û pirsên dîtir. Hemî jî xwedî bersivên ronîker in. Ji bo helbestvanan jî dikarim bibêjim gelek navên girîng ên cîhanî derbas dibin, ji wan navan çend mînak: Mayakovskî, Trîstan Tzara, Lorca, Fatma Savci, Bîlge Sumer, Nûroj Mûnzûr, Rojen Barnas, Dost Çiyayî, Selma El Caysî, Slvya Plath, Berçema Mişrîtan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Baba Tahirê Uryan, Mestûre Xanim, Charles
Şikefta HelbestêÇidem Baran · Ronahî Yayınları · 20141 okunma
Puan vermedi·342 syf.·
2024 11. kitabı
Dİ DERBARÊ Baruch Spinoza DE: Spînoza di malbateke cihû de ji dayik bû û ji ola cihûyan bû. Lêbelê, ew ji baweriyên olî yên kevneşopî dûr ket û felsefeyek panteîst pêşxist. Ji bo wî, Xwedê bi xwezayê re yek bû û parçeyek ji her tiştî bû; ji ber vê yekê, Xwedê ne hebûnek kesane, lê rêzik û zagonên gerdûnê bû. Ji ber van nirx, nêrîn û fikrên xwe, ew ji civaka cihû hate heramonîkirin. DI DERBARÊ Etika DE: Etîkaya Barûch Spînoza hem ji aliyê felsefî û hem jî ji aliyê metodolojîk ve xebateke bingehîn e. Spînoza, pirtûka Etîkayê ji pênc beşan pêk aniye, di pirtûkê de mijarên bingehîn ên wekî Xwedê, xweza, mirov, azadî û bextewarî bi rasthatineke matematîkî ve mijûl dibe û nêrîneke kûr li kar û xebata gerdûnê pêşkêşî xwendevanan dike. Li gorî spînoza yezdan cewherek bêhempa ye û divê her mirov cewherê xwe kifş bike da ku bigihêje aramiya vê jiyanê. Felsefeya Spînoza bi taybetî di dawiya sedsala 17-an û destpêka sedsala 18-an de bandorek mezin li ser teşekirina ramana felsefî kiriye. Spînoza bi taybetî bi têgihiştinên xwe yên panteîzm, determînîzm, azadî, xweza û Xwedê, gelekî bandor li ramanwerên pêşeng ên serdemê kir û perspektîfên wan ên felsefî veguherand. Ramanên Spînoza yên ku di danîna hîmên felsefeya nûjen de roleke girîng lîstine, ne tenê di dema wî de, ji aliyê gelek ramanweran ve jî piştre hatin dîtin û bandoreke gerdûnî bi dest xist. Îro jî felsefeya Spînoza yek ji çavkaniyên girîng ên ramana nûjen tê dîtin. BEŞÊN PIRTÛKÊ - XWEDA Û XWEZA: PANTEÎZM Û TÊGEHA MADEYÊ Li gorî Spînoza Xwedê ne afirandêrekî derveyî gerdûnê ye, lê gerdûn bi xwe ye. Ev têgihîştina panteîstî li ser têgeha "maddeyê" hatiye avakirin: Madeya tiştekî ku bi serê xwe heye û ne hewceyî tiştekî din e; Û ev tenê Xwedê ye. Hemî heyînên gerdûnê "rêbazên" vê maddeyê ne,
Felsefe
EtikaBaruch Spinoza · Dost Kitabevi Yayınları · 20192,187 okunma
Seriyo tu qurbana piyan bî
10/10
·250 syf.··
Beğendi
·
2024 15. kitabı
Niviskar tevna xwe ser du dara darxistiye. Zimanê folklorîk û şêwaza nûjen. Bêzar karakterekî xurte. Aliyê wî ên xurt , xwe bawer jî hene ku merî divê dê çiya wergerine. Lê aliyê wî ên bêzar jî heye ku dibe bingeha romanê. Hezkirina wî a hember ca wî, û bavê xwe tune hesibandinê bigire heya têkiliya wî û kurê wî, a hevjîna berê û a xoşewîsta wî Suzanê, heya a hevalên wî hemî jî bi min bi navokokî diherike. Ev karekterê bêzar û ev jiyana bê wate helbet wê axîriya wê jî ev buya. Çawa ku me gotibu berhem nûjene. Ser vê bingehê hemû karakter jî nexwaşin : nexwaşê vê serdemê ango hemi jî bêzarin. Bêzar,Gorkol, Zuhre, Cimo, Suzan heta Mîrza jî . Lê Bêzar; Têkiliyên wî ên civakî mîna şîzofrenîyaye. Wekî girêdaneke trawmatîk lela xwe hezdike. Lê ji bo lelê qet tiştekî nake ku dilê jinikê hinekî hênik bike. Kurê xwe û Suzanê jî pir hezdike. Lê herduyan jî piştguh dike. Ew hevjîna kû jê qetiyaye re kumreşiyek ecêb dike. Erê behsa Bmwê heye lê xwediyê Bmwê holê tune ye.Divê ez diçim ofîsê, a rojnamê. Çawa ku rojnameger be qal dike. Lê ne rojnemavane, mamoste ye . Derekî divê Lelê danzdeh sal ji min mestire. Qet ser zû mêrkirina lelê nasekine , merî divê Lelê xuşka wî ye . Dema Zuhre qala zewaca xwe û Cimo dike. Cawakû Cimo destê zorê Zuhrê ji xwe re aniye. Lê kerreşivan Cimo bi dilekî hisayî cote bazin bal Mihraliyê çerçî ji bo Zûhrê distine. Zuhre jî dehan car divê ez cote bazin xapiyam. Em disa vegerin li ser Bêzêr; Bêzar çûna Ehmedşah a nava refan qet napejirîne. Li gor wî tiştekî badilhewa bû. Dema Ehmedşah şehit dikeve. Haya xwêner bi monologên Ehmedşah jê çêdibe. Lê pir tê ajitekirin pir Arabesk dibe. Gelo ev nêrin jî ên Bêzar bun?Bêzar hember Mem Zînistanî jî dijminiyeke pir mezin lidardixe. Erê Memê bêyî wî çîroka wî nivisî bû. Lê ne ew bertek jî. Hemû nas û
Edebîyata Kurdî
Bêzarên DinyaligêMem Zînistanî · Avesta Yayınları · 202111 okunma
Kurtasîya Pirtûkê
10/10
·248 syf.··
2023 1. kitabı
Kurtasî ya pirtûka ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya Kamal SOLEIMANI DESTPÊK Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD • Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin. • Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin. • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji aliyê dewleta osmani ve hatin meşandin paşê ji aliyê qaçaran ve jî hatin meşandin. • Li Tirkiyeyê pirsa Kurd piranî di nav têgehên paşdemayîbûn, dîndarî û eşîrîbûna Kurdan de hat nîqaşkirin û wek paşdemayîbûna herêmî û neserkeftîbûna medenîkirin û entegrekirina bi aboriya neteweyî û bazarê hate nîşandan. • Çaxê desthilata mêtinger hebûn an nasnameya bindestan ji nû ve çêdikin, ew jinûveçêkirina pêk tê realîteya bindestan temsil nake lê wê çeloxwarî dike. • Koma bindest bi awayekî ku însaniyeta wan xuya neke û sûcên koma serdest bê rewakirin tên temsîlkirin. • Esasê rizgarîya neteweyekê ne ya neteweyî ye lê perwerdehî ye. Mifteya perwerdehiyê ziman e. • Bi qewlê Houston, bi vî awayî wan armanc dikirin zimanên ne-serdest têxin halê "heteroglossia (pirzimanî)" ku bi wan zimanan êdî nikare bê fikirîn an "texeyulkirin. • Dîrokên fermî ji kuştin û talankirinê pê ve qala tiştekî wî nakin • Tê gotin li Silêmaniyê Şêx Mehmûd Berzencî kopiyek 14 Madeyên Wilson her tim bi xwe re digerand û bo daxwaza serxwebûna Kurd rewa bike ew wek referans nîşan dida. • Di sala 1920î de, heftê û pênc endamên Kurd hebûn ku wek Kurdistan Mebusları dihatin zanîn di nav mebûsên osmanî yên di parlamentoyê de. Serokê parlamentoyê Seyid Abdulqadir, kurê Şêx Ubeydulahê Nehri bû. • Di 1922yan de ev rewş ji hundir ve û navneteweyî ve guherî û ji bo Kurdan xirab ket. • Kemalîstan qewlên xwe yî dabûn Kurdan neanîn cî û heta di sala 1924an de axaftina bi Kurdî qedexe
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya KurdîKamal Soleimani · Peywend Yayınları · 20182 okunma
Reklam
Reklam