Navê min Azad Şero Selîm e. Ez nevîyê Selîm Malay im. Bapîrê min xwedî nêrînek mîzahî bû. Digot ku ew li welatekî azad, wek kurdekî hatiye dinyayê. Pişt re Osmanî hatine û ji dapîrêmin ra gotine, '' Tu Osmanî yî,'' lewma ew jî bûye Osmanî. Di dema hilweşandina Împeretorîya Osmanî de, ew bûye tirk. Tirk çûne û dema qraltîya Şêx Mehmud, qralê kurdan de dîsa bûye kurd. Pêre Brîtanî hatine, lewma bapîrê min bûye tebayek Majesteyê xwedî kerem û heta çend peyvên ingilîzî fêrbûye. Brîtaniyayê Iraq îcad kir, lewma bapîrê min bû Iraqî, lê ev peyva nû, Iraq her tim ji bo wî tiştekî nehênî bû, û heta li ber zikratê jî bû qet bi Iraqîbûnê serbilind nebû; kurê wî bavê min Şêro Selîm Malay jî wisa. Lê ez, Azad ez hê zarok bûm.
Êvaran dema ez ji qahwexanê
vedigeriyam malê, Rojbîna min dihat pêşiya
min û digot:
— Bavo ka te ji min re çi anî. Weke her car
dilê min dişewitî, kizinî jinava min dihat,
tenê min digot:
— Min îro ji bîr kir, ez ê sibê ji keça xwe ra bînim.
Rojbîna min ketibû sala sisiyan, wê hîn nizanî
bû ko bê peretî çi ye û çilo ye. Dema min ji wê
re bigota ko pereyê min tune ne, wê dikarîbû
ji hinên din re bigota ko
» Pereyên bavê min
tune ne loma ji min re şekir nakire«
...
Rênas Jiyan - Janya
xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
naqosên dêran kerr...
minare kin...
doktrînên dekolte lixwekirî evdal...
sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû
damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne
barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko
hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên
Ez û bavê xwe rûniştin du ramanên ji hev dûr in
Ez im xortê dema nû, ew melakî pir misilman e
Ciwan im agirê xortaniyê xurt e di dil min de
Çi tiştê ew dibê zor e li çavê min hêsan e
Di ramanên xwe de rengê telên darên buharê me
Belê ramana bavê min ji textê sendel û zan e
Dixwaze ez wekî wî bim bi çavên wî binêrim tim
Çi ramana bibîne ew ji bom in fikr û raman e!
Ji min re bêje: Reş gewr e! Divê ez jî weha bêjim
Çi tiştê ew bibê: Rast e. Nebêjim ez wî ra: ne
Kitêbên ew dixwîne tev zer in rengê riwê mirya
Kitêbên ez dixwînim wek spîberfa li zozan e.