Dengbêji
10/10
·184 syf.··
Beğendi
·
2025 13. kitabı
Berî her tiştî divê ez sipasyên xwe nivîskar Mahmut beğik bikim ku li ser Dengbêj Reso(Resoyê gopalan an jî bi navê Resoyê muhacir tê nasîn) lêkolîneke wiha berfireh kirye. Em dikarin bibêjin ku, dengbêjî asteke wisa ye ku tenê aîdî Kurda ye. Ji ber wê jî cihê Dengbêj Reso di vir de cûda ye. Ev pirtûk berhemeke gelekî berfireh e û lêkolîneke baş e li ser dengbêj Reso hatiye kirin. Di nava pirtûkê de behsa jiyana dengbêj Reso tê kirin,dengbêj Reso jiyaneke gelekî zor û zehmet,xizan û bijan dîtîye. Li gorî hin kesan şahê dengbêjan tê nasîn lê dibe ku jî ev mijareke niqaşî ye!.. Dengbêj Reso ji aliyê dengbêjêyê ve gelekî xurt bûye û ji Evdalê Zeynikê jî perwerde dîtiye. Lê ew wê demê gelekî piçûk bûye baş nayê zanîn tiştekî wisa heye an tuneye. Lê di pirtûkê de dibêje dema hê zarok bûye ji jina Evdalê Zeynikê Gûlê re jî kilam gotiye!, hê wê demê Reso bala Gulê kişandiye ser xwe,em dibînin ku dengbêj Reso ji hêla dengbêjêyê ve di nava asteke mezin de bûye. Di heman demê de jî nêrînên hin dengbêjan li ser dengbêj Reso heye,yek Ji wan Dengbêjan jî Dengbêj Şakiro ye!,ez dixwazim wan gotinên ku Şakiro anîye ziman parve bikim, Şakiro di hevpeyvînekê de wuha behsa Reso dike û dibêje:"Ez dilşikestî me. Kurd qedrê dengbêjan nizanin û li nirxên xwe jî xwedî dernakevin. Li Tirkan binêrin! Yek Aşiq Weyselekî wan hebû û lê xwedî derketin. Wî bi hemû cîhanê dan nasîn. Lê Resoyê me yê dengbêj jî hebû. Ez çawa wî ji te re bînim ziman, ew mamosteyê me hemûyan bû. Mixabin me wî ji birçîna kuşt. Ka ji min re bibêje ez çawa derê dîwana dilê xwe yê birîndar ji te re vekim û bi te re biaxifim!" Nivîskar di vê berhema xwe de li ser kilamên Reso jî sekiniye û lêkolîneke fireh jî kirye. Di nava van kilaman de, navê kesên ku derbas dibe nivîskar ev kesana bi awayekî baş ji me re rave kiriye,
Kurdî
Şahe Dengbejan ResoMahmut Beğik · Nubihar Yayınları · 20186 okunma
Lûtkeya Çîroknûsiyê
Puan vermedi·103 syf.··
Beğendi
·
2025 88. kitabı
·
22 günde okudu
·
Okunma: 23 Ağustos 2025 16:01
"Çi dikenî? Ya tê vegotin çîroka te ye!" -Horatius Heya dinya xweş ava be, wê çîrok bên gotin, bên nivîsandin û bên dubarekirin. Bê guman her civak çîrokên xwe hene, ev çîrok gelek caran civakan ji hev vediqetînin, carna jî civakan nêzî hev dikin, pireyekî di navbera wan de çêdikin. Mirovahî bi çîrokeke hevpar dest pê kir, wê bi çîrokeke hevpar bi dawî bibe.. Edebiyat jî bê guman ji çîrokên heyî welidiye, bingeha çîrokên edebî ji pirsgirêk û bûyerên civakî pêk tê. Em werin ser çîrokên edebî yên kurdî. Wek tê zanîn edebiyata devkî li gorî ya nivîskî bêtir pêş ketiye. Sedemên vê gelek in helbet lêbelê wek sedema sereke em dikarin rewşa kurdan a xwe birêvebirinê nîşan bidin. Her çiqas giran meşiya be jî ev pêvajo, îro edebiyateke nivîskî ya xurt li ber çavê civaka xwe û hemû civakan heye. Di edebiyata kurdî de, qasê ku min bala xwe dayê, çîroknûsî bêtir pêşketiye. Gelek çîroknûsên me yên hêja hene. Mehmet Dicle jî yek ji wan e. Herî zêde jî ev taybetmendiya Dicle bala meriv dikişîne ku ew çîrokên gelêrî û yên modern di heman demê de dikare vebêje, dikare tevlihev bike û tiştekî nû biafirîne. Mehmet Dicle, di navbera edebiyata gelêrî û ya modern de wezîfeya pireyekî dibîne. Hem çîrokên bav û kalên xwe divejîne hem jî tiştên nû diafirîne, ji pêşerojê re bingehekî datîne. Ji ber vê yekê çîroknûsiya Dicle pirr bi qîmet e. Min Mehmet Dicle nas dikir lê qet pirtûkên wî nexwendibû, tenê nivîsên wî yên kovaran min xwendibû. Bi xêra pirtûka Narayê min ew nas kir û gelekî poşman im ku min ewqas bi derengî xist. Çîroknûsiyeke mihteşem! Bi dilekî rehet dikarim bibêjim Nara yek ji wan pirtûkên herî serkeftî yê çîrokan e di edebiyata kurdî de. Zimanekî zelal, herikbar û vegotineke hewqas ji dil! Pirtûka Narayê ji heşt çîrokan pêk tê. Hemû jî pirr xweş bûn lê min herî zêde ji çîroka bi
NaraMehmet Dicle · Avesta Yayınları · 201026 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Puan vermedi·
Beğendi
Ev pirtûka kû Ömer Güneş û İbrahim Şahin amade kirîyi pirtûkek gelkî bi qîmeti; teqez di pirtûkxaneya her Kurdî de gerek hebi. Di pirtûkê de klamên Şakiro hatîyi komkirin. Ji bo yên kû ji klamên şakiro pir fêm nakin jî gelkî başi, klamê guhdar bik rahêj pirtûkê û klamê bixwîn; çi tişek xweş :) Klam ne tiştên spekulatîfin, çîroka tiştên di jiyanê de qewimîyînin; klam dîroki, dîroka me Kurdayi. Klam çandi, dengbêjî çandi; li çanda xwe xwedî derkevin. Û tiştek din: Klamên dengbêjên wekî din jî ji aliyê van herdû nivîskaran hatîyi komkirin. Xwendinxweş hevalno :) Ömer Güneş ve İbrahim Şahin'in hazırladığı bu kitap çok kıymetli bir kitap; mutlaka her Kürdün kitaplığında olmalı. Kitapta Şakiro'nun klamları derlenmiş. Şakiro'nun klamlarını pek anlamayanlar için de çok iyi, klamı dinle kitabı al ve klamı oku; ne güzel şey :) Klamlar kurgusal şeyler değil, hayatta gerçekleşmiş şeylerin hikayesi; klam tarihtir, biz Kürtlerin tarihi. Klam kültürdür, dengbejlik kültürdür; kültürünüze sahip çıkın. Ve başka bir şey daha: Başka dengbejlerin de klamları derlenmiş bu iki yazar tarafından. İyi okumalar arkadaşlar :)
Kurdî
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2İbrahim Şahin · Nubihar Yayınları · 032 okunma
Puan vermedi·213 syf.··
2024 4. kitabı
Di serî da bêjim dest û lêngê Kek Ahmed Aras sax be . Ji bo wî ev berhem kiriye kîsê kurmanciyê. Min ji berê va li ser Evdal gelek tişt bihîstin gelek tişt xwendin lê wekî vî berhemê berfireh , sîstematik û kronolojîk nîn bûn . pirtûka Memed ûzûn jî xweş bû lê ev qasî berfireh nînbû. Kek ehmed wan salên meriva newirî bigota em kurd in (salên 60-70) li serhedê digere û bo kitêbeke kurmancî binivîse ji nas û malbata Evdal digere û agahiyan berhev dike. Ji ber vê jî hin mirov ji tirsana jê re xeber nadin mixabin. Her çiqas astengî , zor û zehmetî ditibe jî wî nêzika 65 kesî guhdarî kiriye û ji gelek berhemên din jî istîfade kiriye. Welhasil ev kitêp mîna avê diherike û xwe bi xwe dide xwendinê (qurbana devoka serhedê bim :)) Gava meriv dixwîne baştir fehm dike ew klamên dengbêjiyê,gelek ê evdal in ( metê , şêx silê, hozandaxê , temo lawo, wey dil şerê Tarxan û hwd). Ew klamên dengbêjên me yên bi nav û deng digotin pirranî ji sînga evdal derketine paşê belav bûne. Dengbêjên piştî wî hatine dinê bi meqam û terzên wî klam gotine. (Şakiro, reso, huseyno, xarpetî Xaco, Şeroyê Biro, Kazo û hwd.) Evdal şair bûye, xweş şaîr bûye dengbêj bûye xweş dengbêj bûye. Li derû dorê xwe dinêrî û ji qefesa xwe klam derdixistin. Çend bendên evdal li jêr datînim welleh xweş levhanîye billeh xweş levhaniye Gulê dibê : Evdal merûmo çavê minê reş in reş bela ne Minê rojê sê cara bi kilê subhanê kilda ne Gelek dengbêjên mîna te ji bo min jinê xwe berdane Evdal dibê: Heyla gulê ez hatim Xamûrê lê ha li hember e Minê bala xwe dayê gulê yeke bejnzirav e gerden zer e Minê sond xwarye bi încîla Îsa bi qurana pêxember e Bi sirê sibê re gulê wê boxçê xwe hilde bi min re were ——— Evdal digo: Şêx Silê Dîdem e xweş dîdem e Alîkî me Uris e yek rom e yek ecem e Sîngê min kitûka şaîr û dengbêja ye zarê
Evdalê ZeynikêAhmet Aras · Nûbihar Yayınları · 201868 okunma
6/10
·102 syf.··
2023 21. kitabı
Mehmet Uzun'un okuduğum üçüncü kitabı oldu Dengbejlerim* . Destansı akıcı bir dili olan Uzun' un bu kitabı diğer kitaplarına nazaran biraz sönük kaldı. Ya da ben mi çok büyük bir beklenti içinde okudum anlayamadım. Dengbej nedir kısaca bahsedersek; Anadilim Kürtçe 'de deng sestir .Bej ise sese biçim verendir. Sesi söyleyendir. Sese ruh kazandıran,sesi canlı hale getirendir. Sesi meslek edinmiş usta,mekanı ses olmuş insandır. Dengbej,sese nefes ve yaşam verendir. Siz de sese nefes ve yaşam verenlerin yaşamaları hakkında az da olsa fikir edinmek istiyorsaniz kitaba başlayın derim . Bu kitapta en büyük beklentim dengbêjlerin şahı olan Şakiro dan bahseder sandım . Ama bahsedilmedi bu beni hayal kırıklığına uğrattı biraz . Ama yine de okunması ve öğrenilmesi gerek en nice dengbêjlerin olduğunu hatırlatti bize. Şimdiden iyi okumalar dilerim .
DengbêjlerimMehmed Uzun · Sel Yayıncılık · 20211,994 okunma
8/10
·104 syf.··
Beğendi
·
2023 8. kitabı
Tîzbî, Destmal Û Tasek Av: Şakiro wek navê berhemek ser dengbêjî û ser Kewê Ribat Şakiro ye. Niviskar Kenan Soylemez berhema xwe a yekem de .Tevî xwênera xwe şopa Şakiro digire û xwe digihîne deng û denbêjiya Serhedê. Şakiro, Bedihê Çavşûşe, Ferzê,Reso, Şêx Silê, Gula Bavfile û Evdalê Zeynikê. Berhem bi awayê vegotinê avakiriye. Zimanekî hêsan, vegotin û hûnandina bûyeran ew qas efsûnî diherike. Mirov wê wetrê li wan gundan wan rêyan dimeşe. Destê du pey dengbejan diçe û axiryê de. Di dîwana dengbêja da rudunê û guh dide wan. Derheq Şakiro de agahiyên cur bi cur hene. Diyalogên di navbera Şakiro û Reso a herî balamin kişandi bû. Herdu dengbej jî çiqas mezinbin jî ew qas dilnimizin. Axirî ewe ku dilsoziya hemû dengbeja a deng û bejî yê dengbejî haniye vê rojê. #şakiro
Edebîyata Kurdî
Tizbî, Desmal Û Tasek Av: ŞakiroKenan Söylemez · Avesta Yayınları · 05 okunma