Dizanim,
Li ber te şermî me, stûxwar im
Xwelîya goyê gundan li serê min be, ku îro neçar im
Loma ez
Devê min nagere ku ez...
Xatir ji te bixwazim bi hêsrê çavan.
Bihêle bila ew rondik dakevin
Bila bişeridin wek lehî, wek baran
Ew hêsîr, ku ji kurahîya dil dadiwerinin
Jêgerê bila bibarin û bikevin