Sala hezar û nehsed û şêst û yekê, porê wê bi agirê sînema Amûdê şewitî. Bi hewara lawê xwe yê bi tenê ve çû. Wê rojê bêhna
goştê biraştî yê sêsed zarokên şewitî hawîrdora Amûdê girtibû.
Ne ew tav bûya
Min ê çardeh qirnan
Av vexwara ji wan her du kanîkan
Ew tayên porê te
Min ê di hemû çepera dil de biçanda
Bi emeletî xwe hilkira heta çongê
Bêr di dest de
Di hênikahiya her sibehên xwedê de
Piştre dûyê sînema amûdê
Firiya pozê nozdeh zarokan
Neviyên osmanî , hatin ji nav ezmanî,
Dewleta ku zilm li ser xwe nedivir ava,
Qetlek çêkir ku,
Jibîr nabe heta hezar bava
Min Helîm Yûsiv bi pirtûka navê "Mêrê Avis" naskir, di nava wê pirtûka wî de 15 kurte çîrok hebûn . Pey wê pirtûka wî min sê hep pirtûkên wî yî di jî xwendin; Tirsa Be Diran(roman) Mirî Ranazin(Kurte çîrok) û ya herî dawî jî Sobarto(Roman). Di nava roman û kurte çîrokên Helîm Yûsiv de hem tiştên fantastik û efsûnî, hem jî tiştên