min dîroka xwe divê
we nehişt fêrî jiyanê bibim we nehişt fêrî zimanê xwe bibim bi qasî stêrên li ezmanî dûr im ji rastiya xwe bapîrê min digot gundek me hebû li quntara çiyayekî niha hilweşiyaye bûye kavil
BANGEWAZÎ
Ey Kurdno! qîmetê zimanê we destê we de ye. Zimanê we hebûna we ye... Bi Kurdî bifikirin Bi Kurdî binivîsin Bi Kurdî biaxivin Bi Kurdî hez bikin Bila xelk û alem bizanibin zimanê Kurdî çiqas dewlemende
Reklam
260 syf.
·
Puan vermedi
Dil bi xwe re bir û çû...
Xanî, kesek ku ji nûra Xwedê bi par e. Xemên di dilê wî de, niha di dilê her kesî de... Evîn çi qas dijwar be jî, rêyek her dirêj û bi ronî di pêşiya Xanî de bû. Di vê rêya dirêj de ne tenê evîna mirovayetî, evîna her tiştî cih digire. Ev rê bi dar in, bi kulîlk û bi strî ne... Dilek bi şa be, bê xem jî nabe. Lê..  Xanî ji xwe re bi tenê xeman jî
Mem û Zîn
Mem û ZînEhmedê Xanî · Avesta Yayınları · 20202,244 okunma
128 syf.
·
Puan vermedi
ERÊ BİXWÎNİN!!! DİNYA XİRA NABE HA!!!
---ev pirtûk ji 9 çîrokan ava dibe. Nivîskar Hesenê Metê ye. Hêja sax e. Li Swêdê dijî. Yê lêkolîna vê pirtûkê gelek dirêj be, ji ber wê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim. Ye ku jîyana wî dixwaze bi berfirehî hîn bive bila li ser jîyana wî lêkolîn bike. Ezê pêşî çîrok bi çîrok analîz bikim û paşîyê ez ê bi tevahî li ser pirtûkê analîz bikim.
Epîlog
EpîlogHesenê Metê · Avesta Yayınları · 20032 okunma
Roja Zimanê Kurdî li me pîroz be...
Roja zimanê Kurdî, 15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. 15'ê Gulanê roja despêka weşana kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn ya bi Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê 15'ê meha Gulanê di sala 1932'yan ji alîyê Celadet Elî Bedirxan li Sûrîyê li bajarê Şamê hatîbû weşandin û hetanî 15'ê Gelawêja 1943'yan berdewam kiribû.
448 syf.
·
Puan vermedi
·
54 günde okudu
"Dar li ser koka xwe, Mirov li ser zimanê xwe şin dibe" Min xwest ez vê gotarê bi zimanê xwe binivîsim. Ev pirtûk nêzî 9-10 sale pirtûkxaneya min de ye, pir ser bilind im ku min vê pirtûkê xwend. Ez di malbateke ku Tirkî nizane de mezin bûm û min heta 8-9 saliya xwe bi Tirkî nizanibû û pir kêfxweş im ku ez keça malbateke Kurd im. Ez niha zêdetir li xwendina pirtûkên bi kurdî difikirim û min xwest bi vê pirtûka mamosteyê me Kadrî Yildirim dest pê bikim. Ji bo pirtûkê: Ev pirtûk ji pêşgotinekê û şeş beşan pêk tê. Di pirtûkê de em dibînin ku rehên lêker û navdêran, cînavên kesî, gerund, lêker, cînav, rengdêr, pêşpirtik, hevgirêdan, hêmanên hevokê... hatine nivîsandin. Di paşi dawî de em helbest û gotinên pêşiyan dibînin. Yên ku bi kurdî nizanin, yên ku dibêjin malbata min kurd e lê ez bi kurdî nizanim, yên ku dibêjin ez kurdî fam dikim lê nikarim bipeyivim û yên ku dixwazin bêtir kurdî fêr bibin dikarin vê pirtûkê bixwînin. Ez spasiya mamoste Kadrî Yildirim dikim ku pirtûkeke wiha pêşkêşî me kir. Silav ji bo kesên ku zimanê xwe ji bîr nakin, silav ji kesên ser rêya Celadet Alî Bedirxan dimeşin. Silav ji wera hevalên hêja. Ez ê li vir carna helbest, stran û peyvên kurdî bihêlim hun ji dikarin di şîroveyan de stran, helbest û peyvên kurdî bihêlin, ez ê pir kêfxweş bibim. Gelek spas dikim. Ji bo kesên ku eslê xwe wenda nakin. Bi xatirê we. ^_^
Temel Alıştırma ve Metinlerle Kürtçe Dilbilgisi
Temel Alıştırma ve Metinlerle Kürtçe DilbilgisiKadri Yıldırım · Avesta Yayınları · 20138 okunma
Reklam
1.000 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.