Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim.
Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?...
Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov.
Lê kîjan mirov?
Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne hewceyê dirêjkirinê ye. Mîna ku di pirtûkê de dibore,
Wî agir bi dilê me xist û çû...( #52455986 )
Hinek deran bi rastî kelegirî bûm. Ma ez ê çawa ne kelegirî bim? Piştî ku van êş an...
Mîr Celadet, kurê Emîn beg, neviyê Mîr Bedîrxan...
Ji malbatek pîroz, bi ked, bi êş. Bawerim ku êş ji bextewarbûnê rastir e. Ji ber wê ye ku her mirovên êş dîtî dilpaqij e, gotinxweş e, xwenas e...
Fotografek dikare ji mirovî re her tiştî bibêje, Mehmed Uzun jî bi 16 fotografan 16 caran bi hestên mirov dilîze. Pirtûkek dilê we çi qas biêşîne ew pirtûk jî ew qas rast e. Bi taybetmendiya Celadet; malbata Bedîrxan, gele Kurd û demên Osmanî û Tirkiye hinek bûyerên hatiye jiyîn tê gotin, bi zimanek xweş û bi êş. Li hinek deran şirînbûna Rûşen Xanim ê diyar dibe di nav ewqas êş an de. ( #52082606 )
Li hinek deran gotinên dilşewat ( #52110228 ) te mat dike û dixe di nav hizran de...
Emîn Beg di got yadê kurê min ê li bapîrê xwe were. ( #52082065 ) û lê hat jî. Ne kêmtir ne zêdetir...
Ceco yê Rûşen Xanim ê Hawar û Ronahî derdixe, ji bo ku bi zimanê tişktekê bide xwendin. Mêraniya bapîrê wî di rehên wî de jî digeriya. Bû zimannas, kovar, pirtûk, helbest... û bû Mîrê Kurdî...
Hin gotin û peyv hene ku tê de jînek, emrek veşartiye...( #52081291 ) Êdî ji bo me jî gotinê Ceco wê jînek nîşan bide. Xwestekên wî, kedên wî, êş ên
Bîra QederêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20133,989 okunma
ben, ben ki hiçbir zaman
gökyüzünün sisli çatılarında
başıboş ve hafif bir uçurtmadan başka
bir şey değildim
aşkımı ve hevesimi ve nefretimi ve derdimi
mezarlığın geceden yalnızlığında
adına ölüm denen fare kemirmektedir