Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
Ger dê hebûya me îtîfaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Rum û Ereb û Ecem bi temamî
hemûyan ji mer dikir xûlamî.
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet