Mihemed

Yaho ez nizanim ev çima ewqas ketina bin xelkê, bi me xweş û şêrîn e lo!
Kurdî
Dema evîn dikeve dil, bi her awayî dil ji bo jiyana xwe li ber xwe dide ku kirasekî din ji wê evînê re bidirû da ku veşêre û bêhna wê desthilatdarên zagonçêker şiyar neke.
Kurdî
Min pirsa wî welatî ji te dikir. Te berê xwe dida çiya û te digot: - Li wir... ez ê şer bikim, heta ku dilê min azad bibe.
Kurdî
Tenêtiya rojê xirabtir e ji ya şevê, li gel ku şev carna hevaleke delal e û ez ji tariyê hez dikim û avjenî di nav reşayiyê de xweş e.
Kurdî
Ez ê bêjim ez ji Kurdistanê hatime. Eger pirsa welatê min kir, heta ku têbigihîje divê ez qala dewletên din bikim. Iraq, İran, Tirkî û Sûrî. Ez ê bêjim ez ji beşekî ji vî welatê perçekirî me û bêyî ku ez serê te biêşînim ez jî mîna bi sedan kesan reviyame.
Kurdî