Ronahiya dil û çav
Diyariya dê û bav
Pêsîra wî roj û tav
Spehîtiya ax û av
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Qehremanê ceng û şer
Qiblegahê mê û ner
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Hêviya xortan û mêr
Mihreba mizgefet û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B'reng û bihn e zîv û zêr
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer
Hawar hejman 8
12 Îlon 1932
Qazî Mihemed di merasima sondxwarinê ya li Meclisê da wiha sond xwar: “Ez li ser mezinatiya Xweda, li pîroziya Qurana pîroz, li ser welatê xwe û ala xwe sond dixwim ku ez ê can û mal û canê xwe feda bikim heta ku dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, da ku ala me li esmanan li ser rêya azadiyê babe.” “Ez soz didim xebatê.”
Li bin siya, sor guleke şermîn,
bilbilekî perîşan...
hêlîna xwe rakir.......,
li bin siya, dareke pir şîn,
cotkarekî dilovan....
xan’yê xwe avakir,......
li bin siya, peyveke şêrîn,
helbestvanekî biyan....
helbesta xwe hûna,
û tevna xwe li bakir,......
di bin siya..
pêşmergakî dil bi xwîn,
miletekî bê xwedan...
Ala xwe hilda,
zozanê xwe rizgarkir,
û welatê xwe azadkir!...
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê
Sordu Cafer:
"Peki, insan çok ama çok yorulursa, ölsem de dinlensem diyemez mi?"
"Canlılar dinlenir çocuk!" diye kestirip attı Süleyman. Ama çocuğun inadını biliyordu.
"Hani ölüm ona kavuşmaktı? Niçin sevmiyoruz o zaman?"
"Aptal!" dedi Süleyman, "Oh ne âlâ! Öl ve kavuş! Birincisi, O isterse kavuşma olur. Ölen var, geberen var, bunu anlamalısın!"
"Kim karar veriyor ki ölene, geberene?"
"Elbette O! Ölümü seversen bütün insanlığı öldürebilirsin. İyi ile kötü arasındakı mesafe soğan zarı kadardır. Bunu hiç umutma!"
Ez bi navê Xwedayê Mezin, bi navê Xwedayê Erş û Asimanan sond dixwim. Li ser Qurana Pîroz, li ser Ala Kurdan û li Welatê xwe, li hember gelê Kurd, li ser hemî baweriyên xwe û li ser rûmeta xwe sond dixwim. Destekî min li ser Quranê, desteki min li ser Ala Kesk û Sor û Zer, li hemberi we, sonda mezin dixwim.
Heya ku dilopa xwîna min ya dawî û heya behn û hilma min ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da; Ala Kurdan, li Asîmanên azad bimilmile, ez ê bixebitim. Ev soz, peyva devê Qazî Muhamed, peyva devê suxrekarê gelê Kurd, peyva devê min e.
Nizanim çawa têkilî te bim
eger buhuştî bî bêje min
sejde bibim bo hemû xwedayan
eger dojehî bî bêje min
heta bi zeviyê tije kim sûncan
nizanim çawa têkilî te bim
eger axeke dagirkirî bî bêje min
heta bi postê xwe bikim ala te
eger weke min jî qereçiyek bî
tixûbekî ji min re bikşîne
ji xwe re min bike welat