Gûtî û Cûdî du varyantên heman navî ne. Bi gotineke dî navê Gûtiyan li vî çiyayî hatiye kirin, yan berevajî wê, navê çiyayî li Gûtiyan hatiye kirin. Cûdî varyanta Erebî (berî wê Aramî) ya peyva Gûtiyê ye. Ji ber ku di Aramî da dengê "g"yê tuneye, "g"ya Kurdî di Aramî da bi "c"yê hatiye bilêvkirin. Lewma peyva Gûtî bûye Cûtî, ew jî bûye Cûdî. Di pirtûka pîroz a Misilmanan da (Qur'an, sûreya Hûd/11, ayet: 44) jî, wek cihê rûniştina keştiya Nûh Pêxemberî, ev peyv bi şeklê Cûdî hatiye bilêvkirin. Bi vî awayî tê dîtin ku peyva Cûdî di eslê xwe da Gûtî/Gutî ye.