Çend pêşniyarên min hene beriya xwendinê. Çaya xwe daynin ber xwe, pişta xwe bidin balgîfê û kêfê jê nirxandinê bistînin.
BAŞTIRÎN KURD DIKARIN MIROVÊN REŞIK ÊN EMRÎKAYÊ FÊM BIKIN!
"Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne." (Malcolm X)
Nizanim ev gotin ji bo we tê çi wateyê, lê wateya vê gotinê ji bo min gelek kûr û hestwar e. Ez bi xwe dizanim ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne. Ji bo min jî ev yek ji wan pirtûka ye.
Pirtûk bi kurtasî qala jiyan û têkoşîna Malcolm X dike. Di pirtûkê de Malcolm X, bi navê xwe yê din Malik Al-Şahbaz, carna dibe hevalê me, carna dibe rêberê me, carna jî dibe mamosteyekî me yê hêja. Pirtûk car caran qala Malcolm X dike, car caran jî qala rewşa Kurdan dike. :)) Ji ber ku di pirtûkê de cihê reşik û kurdan bi hev biguherînî ti ferqek diyar nabe...
Nivîskarê me Alex Haley bi destûra Malcolm Xî, bi ji guhdarîkirina jiyana wî, dest nivîsîna pirtûkê dike. Lêbelê Haley jî ji bo Malcolm Xê baştir nas bike rêbazên cuda bi kar tîne. Yek ji wan jî, rojeke Alex Haley dibîne ku Malcolm X tiştên di serê xwe de derbas dibe li ser peçeteyekê dinivîse. Piştî vê kifşê Haley li cem çay û qehweya Malcolm X peçeteyek pêçayî deytîne û dema Malcolm X radibe berî ku bibîne van peçeteyan radihije. Û di pirtûkê de cih dide van nivîsan.
Pirtûk di serî de bi pêşgotina nivîskar dest pê dike. Di vê pêşgotinê de ji navê Malcolm ji kû rahiştiye bigrin vegotinên di navbera Alex Haley û Malcolm X jî tê de gelek mijar tên qal kirin. Pêşgotin tam 124 rûpel e û ev pêşgotin jî wekî kurteçîroka pirtûkê ye. Pirtûk ji 19 beşa pêk tê. Û Her beş jî tesîrên cidî li ser jiyana Malcolm kirine. Pirtûk nêzîkî 730 rûpelê ye, lê dema mirov pirtûkê xilas dike dibêje xwezî pirtûk ne ewqas kin bûya.
BEŞÊN PIRTÛKÊ Û NAVEROKA PIRTÛKÊ:
Em di