Em ewladê Kerbela ne, ev zilm e! Cinayet e! Ez 75 salî me, ez şehîd dibim! Tevlî şehîdên Kurdistanê dibim. Dêrsim têkçûye lê Kurdîtî û Kurdistanê bijîn! Ciwanên Kurd ê heyfê hilînin. Bila zalim bimirin! Bila derewker û qehbe bimirin!"
Mirov rojekê hew dinihêre ku giyan westa bûye. Dilê mirovî her ciwan dimîne lê çi heyf, ew jî rojekê dest bi gazincan dike û nema dikare weke berê xwînê li endamên bedenê belav bike.
Jana dil
Tu li kolanan diherikî, meşînê bi te teşe digirt.
Bi her gavê re heyv mezin dibû, şevê rengê xwe ji te digirt.
Ji min dûrketina te xezebeke ziwa bû Leyla!
Nêzîkbûna te, gul û kulîlk û bihar.
Rêya kurttirîn a di navbera hiş û ruhê min de çavên te bûn
Û hemû cureyên şadiyê bi navê te aj dida.
Lê çi çare Leyla!
Çi çare ku hemû gerdûn ji dijberiyan ava bûye:
Xwîn û hestî,
Nan û helbest,
Dergûş û darbest..!
Gava ku di bextewariyê de dixeniqîma,
Jana veqetînê li kûrahiyan ruh diberda.
Min nedizanî!
Ên ku bihuştê li pişta xwe digerînin, dojehê li ser sînga xwe dihewînin.
Warê hezkirinê eraf e, Leyla!
Evîn, eraf e!
Niha nizanim di fesla çendemîn a bêrîkirinê de me,
Ji bê, bêhna porê te tê.
Ji baranan tehma dengê te!
Divê bizanî,
Ên ku me dikujin,
Ne gule ne
Ne jî xencer!
Birînên diriyên gulên hezarreng ên baxçeyên evînê ne
Ku em wan, bi xwîna xwe av didin û bi jana xwe tûj dikin.
Kî dizane?
Ez vana; ez bikişîyêne, vindî bibîyêne
Yew pêrodayîşî de rut-repal
Ez wazena wa camêrdkî bo,
Dostîye zî, dişmenîye zî.
Yew zî nebena çi heyf ke
—
Vurulsam kaybolsam derim,
Çırılçıplak, bir kavgada,
Erkekçe olsun isterim,
Dostluk da, düşmanlık da.
Hiçbiri olmaz halbuki
—
Dibêjim, bêm şikandin, bêm windakirin
Di şerekî de, rût û repal
Dixwazim bila bi camêrî be
Dostanî jî, dijminatî jî
Yek jî nabe, heyf û mixabin
Mesela kurmancan bi xwe gotine, giyayê hewşe ji xwediye male re tahl e. Aha ev gotina hanê hemî derd û kulên kurmancan ên sedan salan şanî dide. Heke tu yekî xerîb bûyayî û te ev kar ji bo kurmanean bikira, hingî te dê bidîta wanê çi qîmet bidana karê te. Lê hezar heyf ku tu kurmanc î ! Ma çima kurmanc tu carê bi ser nakevin? Tu alîm î , gerek e, tu pê bizanî. Heke ez li gora tecrubên xwe bibêjîm, sebeb ew e ku kurd dijminê hev in, gîyaye hewşe ji wan re tahl e... Sala 1925-an, gava, rehma Xwedê lê be, Şêx Seide gorbihîşt li dijî Jon Tirkên nû ku hatibûn ser hukim serî rakir, em hemû li dijî wî bûn. Dewsa ku em jî pê re rabûna, me û gelek eşîrên din ên kurmancan alîkariya tirkan kirin. Tevî ku serhildan fireh û bi quwet bû, ew şikiya. Ji ber ku gîyayê hewşe ji me re tahl bû û me xwe dabû aliyê tirkan! Paşe, piştî ku şex Seid Efendî û hevalen wî li Diyarbekirê , di berbangeke hênik de, li pey hev, hatin xeniqandin, heşê me hate sere me..