80 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
Berhema Xunçeyên Heyamê de 50 xunçe di heyamê xwedê vedibin û kêl bi kêl, gav bi gav dijîn. Kurdiyek fireh, bêyî ku devokê kar bîne şiîrek Kurdî û Kurdewar raxistîye pêşiya xwînera. Gelek peyvên û têgehên kenv bi awayekî nûjen hatiye honandin. Nêrîna helbestkî. Di her heyamê (her helbestê) derketiye holê. Hestên nivîskar ên zîz wek bayekî hênik xwîner aram dike.
Xunçeyên Heyamê
Xunçeyên HeyamêRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 20205 okunma
104 syf.
10/10 puan verdi
Ji sefera şi`rên Qedrî Sipranî...
Ji pirtûkeke helbestîn merheba... Ev kitêb bila bibe yekem pirtûka ku min 2024an de xwende... Helbest û helbestvanê vê kitêbê nûpinû û gelek ciwan e. Min evê kitêbê bi destnîşankirî ji dest nivîskar/şa`ir Qedrî li pêşangeha Ameda rengîn wergirt. Naveroka kitêbê; bi çar beşî wek bi navê "hêwirgeha yekem,duduyan,sisêyan û çaran" pêk tê. Helbestvanê hêja, peyvan gelek bi edebî û rengîn helbesta xwe de rêz kiriye. Ne hewceyê helbestên ku min ecibandiye rêz bikim lewre jî çiqas ji dil û dest hate min li vir parve kir. Hezkiriyên helbestan fermo, bifermin evê kitêbê werbigrin û bi hilmekê de bixwînin. Bimînin di xwendinên xwesh de.
Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha
Ji Sefera Şi’rekê Têm NihaQedrî Sipranî · Nubihar Yayınları · 20232 okunma
Reklam
59 syf.
9/10 puan verdi
·
7 günde okudu
Kulîlkên Ezêb Helbest, di nav hêwirzeya jiyanê de bêhnvedaneke bêhempa ye. Helbestvanek carina tehma jiyanê lê carina berevajî jana jiyanê gelek spehî tîne ziman. Gava min Kulîlkên Ezêb xwend bi vî awayî di bandora hestan de mam. Bi saya guhdarîkirina Yunus Dışkaya gelek helbestên ku pirtûkê de cih girtine haya min jê hebû wekî ; Gulê, Heyv û Stêr û Pehîz. Lê belê helbesta Kulîlkên Ezêb min cara yekem bû dengê hunermend Temo guhdarî kir êdî çend rojan ji bilî Temo û Kulîlkên Ezêb hemû stran qedexe ne :) youtu.be/xyD9OCX8MNg
Kulîlkên Ezêb
Kulîlkên EzêbKamiran Ali Bedirxan · Avesta Yayınları · 199891 okunma
128 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
Wekî tê zanîn despêka şiîra Kurdî a nûjen Hecî Qadirê Koyî û Cîgerxwînin. Piştî vê pêngavê, serîde Arjen Arî û gelek helbestvanen din bûn vejîna şiîra nûjen a Kurdî. Şaîrê me ê dildar Yehya Ömerî jî şopa van şaîra da ramanê xwe ên zîz û aciziyên xwe ên hişk kêlî bi kêlî aniye ziman. Kûrahiya hestan bêyî ajîtasyon yek bi yek, kul bi kul, gul bi gul dirêjî ne. Çawa ku ciwana li ser dîwarê kolanê welatê xwe nivîsîn hîn hevokên wî. Ê dîrokê jî binivîse ŞAİREK KURD HAT SER RÛYÊ VÊ ERDÊ....
Nêrgiza Li Defterê Bişkivî
Nêrgiza Li Defterê BişkivîYehya Omerî · Avesta Yayınları · 202118 okunma
64 syf.
·
Puan vermedi
Silav Oza! Tu îşev ji min re bûyî hevalek baş, çiqas behsa te bikim jî yê kêm bimine. ji vê pirtûkê 1000 heb hatiye çapkirin û her pirtûkê jî hêjmara wê ser nivîsîye hêjmara vê pirtûkê jî 712 ye. Tu kes tu cara nizane "Oza" kîye. lê heta dawiya Jîyanê jî Oza yi were naskirin. Evin çîye gelo jehre an ji hingive? Ez xwe êdî nizanim çiye, êdî naxwazim meraq jî bikim... Min hê helbestvanekî bi dildara xwe re dijî û mirî nedîtiye sûc sûcê kiye çima tu kes nagihîjin hev? Naxwazim şev şev xwe xira bikim ji bo evînê. Pirtûk gelekî gelekî xweş û bi gelemperî behsa oza' yi dike û hinekî ji behsa demên Stalîn dike Hinek helbest tê de hene mirov dibe û dibe. Kesên kû bixwine bila spehi fehm bike wan helbestan
Oza
OzaAndrey Voznesenski · Ve Yayınevi · 2014271 okunma
72 syf.
·
Puan vermedi
Danasîna Pirtûka Fahrî Ayhan ya bi navê "Bêhna Sêvê"
Helbet ji navê pirtûkê jî diyar e ku çîrokeke Helepçê tê de heye lê ezê ne li ser çîroka Helepçe binivîsim. Çîrokên vê pirtûkê digel ku di sala 2012'an de hatine nivîsîn jî bi min di warê nûjeniyê de gelekî serkeftî hatin. Nivîskar diyar e li ser çîrokan serê xwe êşandiye. Ne tenê xwestiye çîrok binivîse xwestiye çîrokên xwe bixemilîne û wan bi
Bêhna Sêvê
Bêhna SêvêFahri Ayhan · Nubihar Yayınları · 201218 okunma
Reklam
226 öğeden 121 ile 130 arasındakiler gösteriliyor.