"Dar li ser koka xwe, Mirov li ser zimanê xwe şin dibe"
Min xwest ez vê gotarê bi zimanê xwe binivîsim. Ev pirtûk nêzî 9-10 sale pirtûkxaneya min de ye, pir ser bilind im ku min vê pirtûkê xwend. Ez di malbateke ku Tirkî nizane de mezin bûm û min heta 8-9 saliya xwe bi Tirkî nizanibû û pir kêfxweş im ku ez keça malbateke Kurd im. Ez niha zêdetir li xwendina pirtûkên bi kurdî difikirim û min xwest bi vê pirtûka mamosteyê me Kadrî Yildirim dest pê bikim.
Ji bo pirtûkê:
Ev pirtûk ji pêşgotinekê û şeş beşan pêk tê.
Di pirtûkê de em dibînin ku rehên lêker û navdêran, cînavên kesî, gerund, lêker, cînav, rengdêr, pêşpirtik, hevgirêdan, hêmanên hevokê... hatine nivîsandin.
Di paşi dawî de em helbest û gotinên pêşiyan dibînin.
Yên ku bi kurdî nizanin, yên ku dibêjin malbata min kurd e lê ez bi kurdî nizanim, yên ku dibêjin ez kurdî fam dikim lê nikarim bipeyivim û yên ku dixwazin bêtir kurdî fêr bibin dikarin vê pirtûkê bixwînin.
Ez spasiya mamoste Kadrî Yildirim dikim ku pirtûkeke wiha pêşkêşî me kir.
Silav ji bo kesên ku zimanê xwe ji bîr nakin, silav ji kesên ser rêya Celadet Alî Bedirxan dimeşin. Silav ji wera hevalên hêja.
Ez ê li vir carna helbest, stran û peyvên kurdî bihêlim hun ji dikarin di şîroveyan de stran, helbest û peyvên kurdî bihêlin, ez ê pir kêfxweş bibim.
Gelek spas dikim.
Ji bo kesên ku eslê xwe wenda nakin.
Bi xatirê we. ^_^