...Bu hikâyeler, Sasani Kisrası Nûşirevân (M.S. 501-579) zamanında Hekim Berzuveyb (Bürzûye yahut Berzûye) tarafından Farsçaya çevrildi. Abbasîler zamanında da https://1000kitap.com/yazar/i66954 , bu nüshayı
Kelîle û Dîmne
Dimne dibêje:
-Kesê xwediyê aqûbeta xwe nebe, qedera wî di destê kesên xêrnewaz de be, kesê timî di binê tehlîke û tirsê de be, heya ku ew kes ji jiyana xwe ewle nebe, serê wî gavekê bi tenê jî rehet nemîne, ewê çawa di selametiyê de be?
Beydaba
Kelîle û Dîmne
Dîmne:
-Pêşiyan ji dawiyan re tu tiştê negotî nehiştine. Gotine: "Bela, berya were serê kesê ku lê digere, tê serê ê belayê naxwaze."
Tiştê ez dizanim, wisan hatiye gotin: "Kesê zanibe, ku xerab dizanin ew bi xerabiya wan dizane û cardin jî bi wan re hevaltiyê bike, ew eziyetê li xwe dike."
Beydaba
Kelîle û Dîmne
Aliman gotine: "Ne durust e ku mirov di meseleyên giring de xwe vegire û merhemetê bike, nexasim, parastina gunehê sûcdaran tu carî ne layiqî mirov e."
Beydaba
Beşa Kevoka Bigerdanî
...
Mişk serê xwe derdixe dipirse:
-Tu çi dixwazî?
Qijik:
-Ez dixwazim bi te re dost bim.
Mişk:
-Tu aleqe di navbera min û te de tuneye. Kesê jîr be, tiştê ku aqil qebûl dike û tiştê bûna wan mimkun e, ewê bixwaze, tiştê ku ewê wî negihîne meqseda wî divê wan biterikîne. Îcar ê te hew tu yekî xwerek e û ez jî êm im.
...
Mişk:
Nehatina min a cem te, ne ji gumaneke xirab bû. Min bihîstibû ku gelek hevalên te hene, cewherên wan mîna yê te ye, lêbelê, bi çavê tu li min dinêrî, ew li min nanêrin.
Qijikê li ser vê gotinê:
--Nîşanek ji nîşanên dostaniyê jî ew e ku meriv bi dostê dostê xwe re bibe dost û bi dijminê dostê xwe re bibe dijmin.
Qasî ez zanim tu dost û hevalekî min ê ku ji te hez neke tuneye. Belê tu vê jî zanibe, yekî ku ji cinsê min be û gumaneke wisan li bal wî peyda bibe, ez pirr bi hêsanî peywendiya xwe ji wî qut dikim, ev ji bo min ne karekî zor e.
Li ser vê gotinê, mişk radibe tê cem qijikê, bi destê hev digirin, bi dostanî hevûdu qebûl dikin. Heryek ji wan bi hevalê xwe şa dibe.
...
Mişk:
Bêguman mirin ji mirov re çêtir e ku destê xwe li ber mirovan veke û mihtacî nemerdan bibe. Eger ji mirovekî esilzade bixwazin ku destê xwe dirêjî qirika mar bike, jahrê jê derxe û wê jahrê daqurtîne, ji dêvla ku ji yekî çavteng û nemerd tiştekî bixwaze, ev pêşniyaz ewê bi wî hêsantir û xweştir be.
...