Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Melaye Ciziri Seti (3 Kitap Takım - Kutulu)

Melayê Cizîrî
Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, "Gerdeniya Gewherî" ya Mela Ehmedê Zivingî bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Şerha ku ji 3 cildan pêk tê, ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin. Cildê yekem û duyem ji tefsîrê, sêyem jî ji dîwanê pêk tê. Di şerhê de beyit bi alfabeya erebî jî hene, rûpelekî dîwanê bi alfabeya erebî yê din bi latînî ye. Herdu cildê tefsîrê di yek cildî de bi çapeke taybet derdikeve. Bêguman ev berhema bi navê 'Iqd el-Cewherî/Gerdeniya Gewherî' ya şerha Dîwana şaheser a [Mewlana] Melayê Cizîrî gava ji hêla Miftiyê Qamişloyê zanayê hêja Mele Ehmedê Zivingî (1893-1971) ve hat nivîsîn û weşandin hingê di nav feqî, mela û zanayên wextê yên erebîxwên û erebîaxêv de gelekî nav da, lê navûdengê wê bi tenê ne li nav zana û xwendeyên kurdan ên derva û yên nav Kurdistanê belav bû. Lê herweha navûdengê wê gihîşt heya gelek welatên biyanî û bi taybetî jî welatên ereban ên mîna Misir, dewletên erebîaxêv ên bakurên Afrîka û paytextên Ewropa jî. Çawa ku weşanxaneya es-Sebah gava çapa duyem ya erebî weşandiye jî ew ji devê Zivingî lê bi kurtî weha daye nasîn: "Bi vî awayî wergerandin û şiroveya Dîwanê qediya û bû mînakek ji bo rewanbêjî, balkşiya ser rêkûpêkiyê û baweriya wêjeyî. Bêguman bêzêdekirin ev kitêba pêşî ye di cûreyê xwe de ku di dewlemendiya kitêbxaneya erebî de beşdariyeke weha pir çalak kiriye û jixwe pêrabûna bi karên weha ve jî ji bo danenasîna edebiyata gelê kurd ê misilman bi gelên din gaveke mezin î giring e. Wergêr bi xwe di çapa pêşî ya sala 1377/1957an de gava ku li çapxaneya el-Rafidîn a bajarê Qamişlo hatiye weşandin, serpereştiya qonaxên rastkirin, çapkirin û derxistina vê Şerha Dîwanê kiriye. Hingê ew li welatên rojhilata erebî û rojhilata navîn heya bigihê balatirîn deverên Kurdistanê belav bûye û bi saya mezinî û gerrvedana tora weşandin û belavkirina gelemperî û taybetî ew ketiye Qahîre û paytextên Ewropa jî û pê re jî ji bo hêjadîtina vê xebata mezin a wergeranê ji wergêrî re ji kesên bîrewer, edîb û siyasî peyam û nameyên rûmetgirî û pesindanê raweşiyane. Jixwe bi derketina vê Şerhê re xwendevan û xemdarên hunera klasîk bi taybetî jî yên Cizîrî êdî dikaribûn wê baştir fêhm bikin û qenc bizanibin ku şi'rên Cizîrî ne bi tenê hinek qesîdeyên sofîkî yên devkî ne, lê belkî ew xwedî naverokeke evînî, fîlozofî, mitesewifî feleknasî, dîroknasî, civaknasî, ol û dînnasî, zimannasî û nîşan û dirûvên sembolî û gelekên din in. Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê. Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin. Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: "Ev karekî weha bû ku berê kes pê ve ranebûbû û ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sûd werbigirim û li ser wê riyê herim tunebûn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbûna materyalan, qelsiya bîr û hizra xwe, piriya karûbarê pêwendiyên xwe û astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibûm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin û derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî û erqele hatim û min hew karibû gotinên wê bi ferhengî mane bikim û hima di ser rû de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kûrahî û berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî û telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kûr dûr im û min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise û wê temam bike. Min bi xwe cehd û xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî û sererastkirina hevok û derbirînên tevlîhevkirî û diyarkirina raz û dirûvan û kifşkirina destnîşanan li gor hêz û biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbûna ji şaşî û kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî û şetatiyê, dûrbûna ji rastiyê û wargeha gunehan e û xwedî mafê lêborîn û bexşînê ji hevcinsê xwe û ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e û ger tu şaş û çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî û kêmasî adet û hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min û xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn û hisên me qels bûne û paşiya temen jî nêzîk bûye. Di ravekirina vê dîwanê de min gelek kêm destnîşanên tesewifî û maneyên rastî diyar kiriye, lê ger ravekarek li pey ramanên wê bikudîne û ji bo dorgirtina hemiyê wê bixebite û bivê qenc diyar bike hingê defter hemî têra hinek jê jî nakin û xame jî dê berî gihîştina amancê lawaz bibin û hibir jî dê hişk bibe."
Yazar:
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Tahmini Okuma Süresi: 47 sa. 22 dk.Sayfa Sayısı: 1672Basım Tarihi: 2013İlk Yayın Tarihi: 1904Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279028Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
·
Puan vermedi
BİR MOLLANIN TASAVVURUNDAN AŞK VE İNSAN
Bir molla düşünün kendini aşkın ikici şeyhi ilan etsin. Bir molla hayal edin kendisini aşka anlam katan deniz, aşkın dillendirilmesine aracılık eden belagat ikliminin emiri, şiirin cihangiri olduğunu iddia etsin. Üstelik yüksek tondan aşk tasavvurunu haykıran bu zat, Gülistan’ın sahibi Sa’di Şirazi’ye çekinmeden meydan okuyarak “incilerle
Diwan
DiwanMelayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2012208 okunma
Reklam
528 syf.
·
Puan vermedi
·
3 günde okudu
Wicdan, Nizam, Raman û Felsefe
Mirov carna xwe ji bedêna xwe xelas dıkê û xwe ji bo heqiqête dıke feda, hêz û nefse durtır guhê xwe dıdê ser vicdanâ xwe. Wicdan ji bo mirovatiye tışteki pır bı qedr û qiymete, Mirovek kû deste xwe bıde sêr wicdana xwe we vexte dıkeve riya heqiqete. Em dıkarın bejın kû heqiqet dı bedêna mirov da dengê xwedeyê, çaxa mirov tê rûyê dınyayê, berî aqıl bı wicdana xwe dıhıse. Edalet, nizama tabiete, rehmdari û piyarî tehm dıkê... Melayê Bateyî ji felsefeya xwe da behsa edaleta Xwede, mirovatiyê û wicdanê dıke. Mevludâ Şerif de meteforeke bı mefizikî tışten kû me jor heşmartın nıvisandiyê. Weki Melayê Bateyî Feqiye Teyran ji felsefe ya xwe da ji qalê nizama jiyana û tışten metafizikî dıkê. Her tım tırsek dı dılê mirovda heyê ku ew tırs ji tışten kû ji ramane mezıntırın. Feqiye Teyran qıseya Zembilfiroş de ji qale ev tırsen ramane mezıntır dıke. Lı ser habune Søren Kierkegaard ji felsefe ya xweda ji buna tırse hemû tışten metafizikî nivisandınê. Nîşaniya xweye "Tırs û Cırıfîn" de qale Hz. İbrahim û wicdane wi û edaletê xwedê dıkê. Netice ewê kû filozofê Kurd hertım tıştê metafizikî û maddi bı hevrê temam kırınê. Ne bı tenê tıştê metafiziki ne ji bı tenê tıştê maddî bondor kırıne. Ji ber ku Xwedê hertışt bı hêvre bı nizamêke afîrandiyê jı bo wê mirov ji ramanen xwe bı tıştê heyî hîdûd dıgrê...
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018208 okunma
528 syf.
7/10 puan verdi
Dîwaneke evînî ji pênûsa Melayê Cizîrî... Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên girîng ên edebiyata Kurdî ye. Stranên evînî yên herî xweş ên bi Kurdî ji berhemên wî hatine çêkirin. Heger hûn dixwazin dilsoziya Melayê Cizîrî ya ji bo evînê fêm bikin, divê hûn vê dîwanê bixwînin...
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018208 okunma
528 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
25 günde okudu
Kürtçede tasavvuf edebiyatının bir şaheseri sayılan Melayê Cizîrî’nin divanını anlamak ve ondaki derin ve lâhutî mana iklimine girebilmek için sadece Kürtçe dilini bilmek elbette ki yetmez. Çünkü geniş ve derin bir ilme, keskin bir marifete, zengin ve coşkun bir aşka sahip olan Cizîrî’nin şiirlerinde tarih, felsefe,estetik,tasavvuf,belâgat,nahiv, astronomi gibi fizik ve metafizik konular iç içe geçmiştir. Ancak Mela, bütün bunları varılması ve ulaşılması gereken bir noktaya doğru yöneltir,asıl maksuduna ve matlubuna hizmet ustalık kazanır. Okuduğum en güzel Diwanlardan biri ilahi aşka en güzel şiirler Melaye'nin kaleminden çıkmış ince yaram, "Güzelim" hayatın bir yalandan ibaret olduğu bu çağda böyle bir kitap okumak umut oldu bana... Ben yine şiirlere, kitaplara en çokta kendime aşığım canım kendim eğomu tatmin edeyim biraz ne yani :)) hem Kürtçesi hem Türkçesi olan muazzam bir diwan okuyun mutlaka kitaplığınızda olsun efendim...
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018208 okunma
Reklam
328 syf.
·
Puan vermedi
·
1 saatte okudu
Kürt şiirinin mihenk taşı sayılabilecek bir eserdir Melaye Ciziri Divan ı .Başucu kitabı olarak raflara yerini almalı diye düşünüyorum . Birbirinden güzel şiirler , kalıplaşmış mazmun cümlelerle kendinizi rüya alemindeymiş gibi hissediyorsunuz . Şiddetle tavsiye ediyorum herkese .Özellikle kendi dilinde Kürtçe olarak okunması halinde daha bir
Diwan
DiwanMelayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2012208 okunma
528 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Sibehul xeyrî canê min Şehê şerîn zebanê min Tu î rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Tealallah çi zat î tu Çi şêrîn sifet î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu Heyat û reheta canim Sibehul xeyrî ya xanim Were, bînahiya çavan Bibînim bejn û balan
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018208 okunma
432 syf.
·
Puan vermedi
·
43 günde okudu
Kürtçe’de tasavvuf edebiyatının bir şaheseri sayılan Melayê Ceziri’nin Divanını anlamak ve ondaki derin ve lahuti mana iklimine girebilmek için sadece Kürtçe dilini bilmek elbetteki yetmez. Çünkü geniş ve derin bir ilme, keskin bir marifete, zengin ve coşkun bir aşka sahip olan Cezirî’nin şiirlerinde tarih, felsefe, estetik, tasavvuf, belagat, nahiv, astronomi gibi fizik ve metafizik konular içiçe geçmiştir. Ancak Mela, bütün bunları varılması ve ulaşılması gereken bir noktaya doğru yöneltir, asıl maksuduna ve matlubuna hizmet yolunda ustalıkla kullanır. * * * Cezîrî’nin şiirinde hakim olan ruhun unsurlarını; ihtişam, hassasiyet, kendine güven ve dikkat olarak özetleyebiliriz. Onun içindir ki, kendisinden önce gelen ve çoğu şairleri etkisinde bırakan Hafız-ı Şirazî’ye bu noktada adeta meydan okur: “Nazmın etrafa saçılmış incilerini görmek dilersen eğer, Gel Mela’nın şiirinde gör onları, Şiraz’a gitmene ne hacet”.
Diwan
DiwanMelayê Cizîrî · Avesta Yayınları · 2012208 okunma
528 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
Melayê Cizîrî
Dîwana Melayê Cizîrî heta niha ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatiye çapkirin. Divê bête zanîn, xwendina destxetan karekî pir îza ye û hewce ye baş bêne xwendin. Di vî warî de Weşanxaneya Nûbiharê karekî profesîyonel dike. Di vê pirtûkê de hem helbestên Mela hem jî wergera Tirkî heye. Wergêr Osman Tunç e û ez dikarim bi dilekî rihet bibêjim, wergera herî baş a Melayê Cizîrî jî ev e. Lewra ji bo wergera helbestên Mela, divê wergêr hem Erebî, hem jî Farisî baş bizane. Lê mixabin hin wergêr (naxwazim navê wan bibêjim) ne Farisîya wan ne jî Erebîya wan baş in lê wergerê dikin. Helbestên Melayê Cizîrî li gor cureyên helbestên wî hatine rêzkirin. Yek bi yek navên helbestan nehatine nivîsandin. Sedem jî ev e; di helbestên klasîk de navên helbestan tunene. Di dawîya pirtûkê de wek fihrîst hatiye amadekirin. Cureyên helbestan: Qesîde, Medhiye, Terkîb (Terkîbê Bend, Tercî-ê Bend, Tardiye, Terbî), Xazel, Hicîw, Rubaî, Ferd, Muşaare.
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018208 okunma
Reklam
528 syf.
·
Puan vermedi
Molla Ahmed-i Ceziri
Kitabın tahlili için çok güzel bir incelemeyi aşağıdaki linkte okudum. Herkese tavsiye ederim. #35032546 Elimdeki matbu Osman Tunç'un çevirisini yaptığı Kent yayınları vesilesi ile okuyucuya ulaşan bir eser (1.basım). Ben Kürtçe maalesef bilmeyen biriyim ama bu ülkedeki doğan her vatandaşın ( özellikle son 20 yıla kadar falan) fabrika ayarlarında öyle ya da böyle Kürtçe kelimeler yoğunluktadır, vardır bilir kaynaşmıştır. Dolayısıyla orijinal metinden bir iki kelimeyi anladığı için şiirle daha çok ünsiyet kurma çabasına girecek insanlar olacaktır. Bu nedenle (bence) bütün şiir kitaplarında olması gerektiği gibi orijinal metin ve çeviri yan yana durmalıdır. Manadan haz alan kimselerin dönüp kelimelerin birbiri ile olan uyumuna bakma hevesi olasıdır. Tasavvuf ve Divan edebiyatının kendi usulleri gereğince mazmunlar oldukça yoğunluktadırlar. Bu mazmunların dışarıdan bir okuyucu için anlaşılması çokta kolay değildir. Ama kahır ekseriyetle bu mazmunlar gelenekseldir ve çok çok farklı anlamlarda kullanılmaz Bu nedenle böyle bir eserde acaba bir kaç tane şiirin şerhi ile bulunması eserin anlam dünyasında daha çok kıymet bulmasına vesile olur muydu?
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)
Diwan Melaye Ciziri (Ciltli)Melayê Cizîrî · Nubihar Yayınları · 2018208 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.