Dema ku ez diçûm pola 8 emîn, em se heval bûn, ez, Dîlan û Bedirhan. Ji pola yekemîn heya heştêmin em bihevre bûn, mase û kursiyên me cem hev bûn. Em tu car ji hev dûr rûnedinişt. Me pir heneka xwe dikir, bihevre dilîst, me nanê xwe û avê xwe bihevre parve dikir. Bedirhan bi gorî hevalên xwe pir kelaw bû, dayîk û doxtora wî, wî kiribûn diyetê, em ji jî bo rewşa wî pir xemgîn dibûn, ija em ji tiştekî nedixwar bi wî re dkdjdjdj. Me ewqas ji hev hez dikir. Le hezek bi hevaltî bû. Dema em bûn 14 salî, Bedo hat ji min re got Mizgîn ez te cuda hez dikim, yaw wê demê tezê tezê em diketin ergenlîxe, yaw ez çi zanim ew ehmeq wisa difikire, hêrs bûm, min got law tu hê zarok î ez hê zarok im, ew karê te û gotina te çi ye ija? Ew ji got welle ez nikarim veşêrim û derewa bikim. Ez pir hêrs bûm, heya ku hevaltîya xwe bi wî re qut kirim. Hemû pola me ji şaş mabûn ku em hevalên herê nêzîk çawa dikarin wisa ji hev dûr bikevin û bixeyîdin?
Heval hatin û ji me pirs kirin got law çi bû hûn ji Bedo xeyîdine, me ji herdu keçik heneka xwe bi Bedo kir û me got mijar ew e. Piştî ku me behs kir hemû pol ji heneka xwe bi Bedo kir. Me çi zanîbû yaw em zarok bûn, Bedo pir êşiya ji ber wan heneka me. Rabû hat cem min bi çavên şil û girî got Mizgîn inşelah tu ji rojekê ewqasî biêşî ku ew rewşa min werê ber çavên te û tu ji bi qasî min ji rewşê xwe eciz bî. Welleh poşman im tilleh poşman im. Ez e herim cem Bedo û leborina xwe jê bixwazim. Law ew nifira ku te kir hat serê min gelo?
🥹🥹🥹