"Rast e, hedef û xeyalên însên hertim dûrî însên in, lê belê însan divê serdestê wan be, ne ku ew bibin serdest."
(Doğrudur, insanın hedef ve hayalleri her zaman insandan uzaktır, ama insan onlara hakim olmalı, onlar insana değil.)
va bû me helbestkar li ber deriyê te
ti demsal xwe li me negirin, ti çivîk li ser şaxê me lîs neyên
ti serxweş û evdal strana ma venelorînin jî
ev bîranînên me yên germ û dibişirin
yên ku bi tenê em bi wan dizanin
besî me ne…
Ji kitêbeke nû hêj germ û gelek ciwan silav... Ez serî de li xwe mikûr bêm kû eva cara yekem e ku kitêbekê, rojekî de bi dilxwazî dixwînim...
Mem Ararat, wek hun dizanin stranbêjekî dengzîz û kurdewarekî hêja û zimanaxiviya xwe de herikbar e. Ne hewceyê pesnê deng û kesayetiya wî bikim lewre wî jî silavek da qada helbestvaniya pirtukî...
Belê, kitêba wî ya yekem bi navê "Quling Ewr û Ba" beriya çend rojan ji weşanên Zîz'ê der çûbû. Ez jî wek çend xwînerên bişans bi kampanyayeke îmzeyê kitêba xwe da îmzekirin û bidest xist.
Kitêb; ji sê beşan pêk tê. Yekem de 9 helbest û çendên wê bi deng û muzîka Mem bûne stran. Ji vê beşê helbesta "ji êvareke Amedê" gelek min hestiyar dikir û dubare bandor li ser dilê min de hişt. Beşa duyem de 5 helbest hene li vir jî yên bûne stran hene, helbesta "Ez û Tu" bandor li ser dilî girt... Beşa sêyem de bawerim wek navê beşê gotiye " çend gotinên li dû stranan e, ji niha re" de gish albûma muzîka wî de cih girtine. Ji van jî yên ku ez ji guhdarkirina wan hez dikim û xwendina wan de jî hestiyar bum; Xaçirek,Li ser çavan,Koçer,keziyên yarê,rindê... bûn. Bi van agahî û hestên xwînerî ez dubare,beşdarbûna nivîskariyê a Mem Araratî pîroz dikim..hêviya'm helbestên nû wek kitêb çap bibin. Li me xwîneran pîroz be
Rojnamevan behsa bedewiya bajaran û paqijiya keviyên riyan û rêhêsaniya ji bo otomobîlan kir. Lê Seryas behsa bedewiya çilmisî û jidestçûyî ya xwe û wan zarokan kir ku ji ber nebûna avê divê xwe di nav ava gemarî de bişon. Rojnamevan behsa vegera gundiyan ji bo gundên xwe kir. Seryas behsa vegera mirov li jiyaneke mirovane kir. Rojnamevan behsa wan zeviyên wêran kir ku bendewariya dest û tiliyên wan dikin. Seryas behsa bi sed hezaran zarok û cianan kir ku careke din ne li bajaran û ne li gundan dikarin rehet û asude bijîn.”
Her ku mêr kal dibin pir pozbilind dibin. Ew pozbilindiya wan pozbilindiyekî wusa ye ku heya tiştek xirab neyê serê wan naçin dixtor û dûv re jî dema ku ew nexweş dibin derdê wan nayê kişandin.
"Gundekî gewreboz î dûr î dereke...ji zû de ye li goristana şaristaniyê bê selewat û bê zîyaret maye. Di nava gildîn û hildîna dîrokê de fena hemayîleke pîroz û bê xwedî. Rûpelkingên wê ji ber hişkbûnê bi têra dilê xwe pişirîne û ji vê lehzeyê bi şûn de jî xwendin li wan bar nabe."
Dema min li vê stranê guhdarî kir ez vegeriyam zarokatiya xwe. Dema ku em malbatî li pişta pîkapka şîn a apê min de diçûn pîknîkê bavê min wî stranê digot. Ez vegerîyam wan rojên xweş. Wê demê apê min hebû🥺❤️
youtu.be/B8sptsaiwmk?si=...
Ezê herim ta Asîman
Û ji tave re bibêjim derdan
Derdê gelê azdaîxwaz
Gele Qehreman û Mêrxas
Ezê derxînim nalîna dayikan
Û şanî kim hêsrên sêwîkan
Li goristana Kobanê
Li ser gora bavikan
Ezê rajem di sîngê xwe de qerîna wan
Û li jor, li tenişt tavê , li Asîman
Ezê derxînim wan qerîyan
Û li jor, li tenişt tavê, li Asîman
Ezê derxînım wan qerîyan
Û bela’kım li tevahîya cîhan
Û ezê ji bîr nekim wan Leşgeran
Ezê ji bîr nekim wan Leşgeran
Rih di dev de û çek li milan
Û ezê bibê jim
Bi ked û hêza wan
Emê bi serkevin
Û ava bikin Kurdıstan