Xanî, kesek ku ji nûra Xwedê bi par e. Xemên di dilê wî de, niha di dilê her kesî de... Evîn çi qas dijwar be jî, rêyek her dirêj û bi ronî di pêşiya Xanî de bû. Di vê rêya dirêj de ne tenê evîna mirovayetî, evîna her tiştî cih digire. Ev rê bi dar in, bi kulîlk û bi strî ne...
Dilek bi şa be, bê xem jî nabe. Lê.. Xanî ji xwe re bi tenê xeman jî dixwaze da ku şahî ji bo yar be. (#119863797). Dilê ku dikare xeman hilbigire, ji evînê ne bê hay in. Evîn wêrekiya li dijî xeman in, Xanî dizanî. Ji ber ku evîna mezin her ku di dawiyê de bi nasîna Xwedê dihate naskirin. Bi hezkirina mirov û welatî dihate naskirin. Derek çendî nexweş bibe jî dema ku mirov li wir jiya û ji wir hez bike, ew der cihê ku herî xweş e. Ev cih dibe ku welatek be, paşila yarek be, çîrçîra çîrçîrokek jî be...
Evîn, bêguman hestek mezin e. Ku ne mezin bûya ne Mem dibû ne jî Zîn û dibe ku Xanî jî wê nebûya...
Bi Xanî, her mirov bi evînekê tê li dinê. Lê her kes bi evîn dimîne ew jî bi guman e.
Û berdewam dike Xanî: Kesên ku xwedî evîn, bê aram in...(#119864978)
Ka em dirêj nekin û behsa pirtûka Xanî bikin, ku em çiqas dirêj bikin ew qasî jî qirêj dikin...
Mem, wekî her evîndarekî neçar e. Her çiqas neçar jî be bi wî qasî jî kesek qenc e. Dilê wî Zîn ronî ye.
Zîn, xwedî bedewbûneke cuda ye. Dilê wê jî ne ji rûyê wê kêmtir e.
Tajdîn, hogirek bêhempa ye. Bi min dilê wî ji evînê mezintir bû.
Bekir, di rêya her mirovekî de strî ye. Her çiqas bi te re be, ew qasî jî bi te re diçe.
Wekî her destan û çîrokên evînî, rêya van herdu evîndaran jî dijwar e. Bêguman tiştên dijwar pirtir bal dikişîne û tê daxwazkirin. Evîna Mem û Zîn mîna hestek e. Ne tê dîtin ne tê kefa destê meriv... Lê heta serê neynûkan jî tê hesîn. Mem birîndarek e. Dilê wî her bi hêvî