Jîyan,
Li bejna me,
Li bajarê me,
Û li bawerîya me dihat
Ez û hemû jinên ruhê xwe
Em ê her bizîvirin dîsa
Li dengê te
Lê xwezî
Ewqas heqê me li hev
Ewqas hukmê me li hev
Ewqas ferhenga ruhê me li cem hev nebana...
Ewqas xatirê barana vî bajarî li cem me
Û bi ser de ewqas deynê me li jîyanê nebana...
Destên min dirêjî ber bi te
Dilê xwe dirêjî dilê min bike
Em rûbirû ber bi hevdû ve
Bistrên stranên jiyana şîrîn
Jiyana me bla legel hev
Pêkve bifûre bi şadimanî
Têkve biçilmise ji kesera hev