Te çi divêt? Ha va ye, heliya berf û qeşeya li ser hestên şermok.. veneşêre, verêşe! hinavê mişt bi arezû, zû! seyro pincarî dihejîne xwe ji girara dew ra, çi digot innê? "Kevanî gerîya dew vegerîya, kevanî gerîya dew vegerîya, kevanî ger..." Te çi beled? Ho va ye, destên Ehmedê Xanî, meya Cegerxwîn, qelûna Cortázar, fotêrê Ariç... Çi delêt Faust? "Raweste ey zeman, tu çi xweşik î!" Xweşik xweşik dihûnî biskên bîranînan, agirê kulê bikeve bîra-(n)înan... Hilde hevana xwe, car din, car din, car caran bi dînîtî, bi vizikî, mîna vizik î, divezinî çoyê xwe di rehên xandoqên xama da.. derîne wan ji axa şiloreka terr e can.. berê te li textê qereyaziyê, dûajoyê Berazan! qilek li vir e yek li ava Corovana kavil.. kavil e welat, mîrateya bav û kalan, dikule, bi kul e.. de haydê, bikule! serqotê pêxas, li ser rêya şoşê, bona xatirê vê êşê, herre tu naçî!