Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Şehîd bûn çûn j'xwedê ra Ev renge govend gêra Xan û ev xelqê wêra Beheşt û horî jê ra
Gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê tu şerr û ceng û herb nikare çavê mirovî bitirsîne, gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê şerr govend e, ceng henek e, herb lîstikek e...
Reklam
Gulê
Ne tîr û ne xencer bû Ne mar û ne ejder bû Bihna Gulê ez kuştim Ne şûr û ne şeşder bû Ne kanî ne robar e Dinê êvar û sar e Rûyê Gulê ez kuştim
Sayfa 39 - Hawar hejmar 1932
çîyaye bêxêr di her berbangê de silavek şermok derdixe ji pêsîra xwe û ramûsanek ji dil dişîne ji cûdî re ne keştiya nuh hewandibû bêxêr ne jî bûbû stargeh ji şoreşgerekî re keştî bi bayê jiyanê herikîbû cûdî gerîla bi evînek azad meşiyabû jiyanê li ser vî çiyayî jîn da jiyan li vir hat dorpêçkirin li vir birîndar bû lê dîsa û careke din jiyanê li ser vê axê birînên xwe kewandin û careke din kulîlk veda azadî li vir li cûdî li botan û dê careke din govend were girêdan li vir li Kurdistanê di demsalek biharê de di rojek Newrozê de...
Sayfa 121 - AryenKitabı okudu
Dinya xemilî bû Cil û bergên rengîn, def û zirneyên dengîn Keç û lawîn bengîn, hemû li govendê bûn Ew... di nav xwîdanê de, bi dilekî germ Ew li serê govendê bû Çoş li ser dil, ken li ser rû Serbest, azad, kefxwes, serfiraz Ew govenkêşê dîlanê bû
Govend bû Ji rojên bihurî govend bi bîrê hatibû Ji salên unîwersîtê destpêka havîneke gewher bû Li gund, li kêleka çemê Firat, li bin darên gûzan Dawet û dilan li dar bû Dinya mîna mehfûreke rengîn a Kurdî xweş Mîna destaneke kevnar geş bû
Reklam
Navê yekê Serbestî ye Bejna wê zirav e, ji şaxa takrihanê Navê ya dî Serxwebûn e Lamên di hinarîkan Sorgul in di berfa zozanên Şerefdîna Di nîveka zivistanê. Gava têkoşerên ronahiyê dikevin govendê Ew di milê wan de Dikişînin serê dîlanê.
"Ax li min Yadê..." Bi deng re, wî xwe ji pencerê vekişandin Ji erdê, xwe bi oda din gihand Deng, dengê hevala wan, hogira jiyana wan bû Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî Devê wê bi ken bû Ruhsitîn li ber serê wê li govendê bû Porê wê belavbûyî, stûyê wê gola xwînê bû Wî serê wê danî ser çoka xwe Pişta xwe vekir, li stûyê wê bada Bi destan porê wê mist da Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû Û ew giriya Di bin barana guleyan de ew giriya...
Newroz
Bi xêr hatî tu Newroz sersala me kurdan î Dilê min her li gel te hêja û sergiran î. Ji çavên te xuya ne dibînim rûgirîn î, Teqez tu jî wekî min pir êş û dilbirîn î. Em dê kînga xilas bin ji zîneta neyaran? Newroza xwe vejînin di destpêka baharan Ma têr nakin ev şaşî? divê em jê şiyar bin, Tev bi ramanek xweser bo şûreşê li kar bin Wek Kawayê hesinker bervaneke xwe rakin, Rabin bi şûreşê xurt pergala wan bela kin. Welatê xwe bistînin tê de bijîn serfiraz, Hemi aza bextiyar, dewlemend û belengaz. Hînga hêja ye Newroz bimîn sersala kurdan, Bi kêf û saz û govend vejînin li Kurdistan.
Sevme olm beni tıvorlu İsmail here vele velvela çalar seni unuturum ben🤣
433 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.